Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan a Îranê ya ku navenda wê li Emerîka ye (HRANA) der barê protestoyên ku 28ê Kanûna 2025an li seranserî welêt destpê kirine, rapor weşand. Li gorî raporê li Îran û rojhilatê Kurdistanê 4 hezar 3u 251 mirov hatin kuştin.
Li gorî raporê, di protestoyên li Îran û Rojhilat de herî kêm 4 hezar û 251 kes hatine qetilkirin ku 33 ji wan zarok in. Hat diyarkirin ku bi mirinên di bin lêpirsînê de re, windahiya can gihişte 9 hezar û 49an. HRANA ragihand ku di protestoyan de herî kêm 5 hezar û 811 kes bi giranî birîndar bûne, 26 hezar û 314 kes hatine girtin.
Di raporê de hate destnîşankirin ku ji ber qutbûna peywendiyê, zextên li ser malbatan û astengiya li hemberî wergirtina agahiyan, dibe hejmar rewşa rast tam nîşan nede.
Di raporê de her wiha qala nirxên bijîjk û pisporên tiba edlî hate kirin. Pisporan ragihand ku binpêkirinên tibî yên cidî li hemberî birîndar û kesên jiyana xwe ji dest dane pêk hatine, di pêvajoya tedawiyê de mirin, birînên guleyan bêtedawî hiştin, şopên êşkenceya giran û hwd hatine tespîtkirin.
Hat diyarkirin ku krîza mafên mirovan a li Îranê ketiye qonaxeke hîn xetertir.
Li gorî HRANA’yê protesto bi 629 çalakiyan li 188 bajaran û li 31 wîlayetên welêt pêk hatine. Hate ragihandin ku rejîmê di bin navê ‘îtîrafê’ de 167 dîmen weşandine.













