Çeteyên Şamê dor li Girtîgeha Eqtanê girtin. HTŞ û DAIŞê berê jî êrîşî girtîgehên din kiribûn û DAIŞî ji girtîgehê derxistibûn.
Çeteyên girêdayî Tirkiyeyê DAIŞ û HTŞê bi tank, top û droneyan dor li Girtîgeha Eqtanê ya li Reqayê girtin ku çeteyên DAIŞê lê têne ragirtin. Tê gotin, dorpêçî dewam dike. HTŞê berê jî bi ser girtîgehên din de girtibûn û girtiyên DAIŞê serbest berdabûn.













