Tirkiye piştî êrîşên çeteyên HTŞ û SMOyê yên li ser Kobanê, dest bi sewqiyata leşkerî ya li ser sînorê Kobanê kir.
Çeteyên HTŞ, SMO û Tirkiyeyê êrişên li ser Rojava didomînin. Çete ji aliyekî ve êrişên li ser Kobanê didmîne ê ji aliyê din ve jî bi qutkirina ceyran û înternetê Kobanê dorpêç kiriye. Di heman wextê de Tirkiye jî li ser sînor dest bi tevgera leşkerî kir. Tirkiye li ser sînorê Kobanê sewkiyatê dike. Hat hînbûn ku Tirkiye di seatên sibê li ser sînorê Kobanê lêkolîn kir û piştre hejmareke mezin leşker şand ser sînorê Kobanê.
Hewldana Tirkiyeyê rê li ber fikarên ku gelo wê bi çeteyan re êrişî Kobanê bike vekir.













