Artêşa Azadiya Neteweyî ya Zapatîsta ji bo piştgiriya Rojava ev bang kir: “Şoreşa Rojava biparêzên, ew şoreşa me hemûyan e.”
Artêşa Azadiya Neteweyî ya Zapatîsta ya ku li Meksîkayê ye ji bo piştgiriya Rojava bang kir û wiha got: “Em vê daxuyaniyê bi hest û fikrên hemû Kurdên ku li hemberî êrişên hovane yên li gelê Rojava dilên wan ji nû ve bi hêrsê dişewitin dinivîsinin. Bangekî lezgîn ji bo wan kesên ku hê jî di dil û hişê xwe de xewnê cîhaneke din heye: Rojava biparêzin. Ji ber ku Şoreşa Rojava ne tenê ya Kurdan e an jî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriye yê, ew ya we ye, ya me hemûyan e.”













