Ciwanên Wan, Êlih û Cizîrê ji bo êrişên li ser Rojava bi rojan in li ser pêyan in û çalakiyan li dar dixin.
Ji destpêka êrişên ser Rojava yên çeteyan li Kurdistan û gelek welatên cîhanê çalakiyên nerazîbûnê tên lidarxistin. Di çalakiyên tên lidarxistin de ji 7 salî heta 70 salî welatî nerazîbûnên xwe nîşan didin û peyamên piştgiriyê didin berxwedana li dijî êrişên ser Rojavayê.
Çalakî belavî taxan dibin
Ciwanên Wan, Êlih û Cizîrê ji bo êrişên li ser Rojava ev bi rojan in li ser pêyan in û çalakiyan li dar dixin. Ciwanên Wanê guh bi duh şev li taxa Duzyolê ya Tûşbayê çalakî li dar xistin û heta direngiya tevî astengkirina polîsan li gelek deverên taxê agir pêxistin û barîkat çêkirin.
Êrişên polîsan nabin asteng
Li Êlihê ciwanan çalakiyên xwe yên ji bo Rojavayê li dar dixin domandin. Li gelek taxan ciwan daketin kolanan, agir pêxistin û barîkat çêkirin. Tevî gelek caran polîsan êrişî ciwanan kirin jî ciwan heta direngiya şevê çalakiyên xwe domandin.
Çalakî bibiryardarî didomin
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî ciwanan li dijî êrişên ser Rojava çalakiyên xwe yên nerazîbûnê berdewam kirin û bertekên xwe anîn ziman. Ciwan li kolanan agir bêxistin, li dijî êrişên polîsan barîkat çêkirin û heta direngiya şevê li dijî êrişêşn polîsan li ber xwe dan.
Çalakî berbelav dibin
Çalakiyên ciwanan ji destpêkirina êrişên ser Rojavayê yên çeteyên HTŞ, SMO û Tirkiyeyê li Kurdistan, Tirkiye, Ewropa û gelek welatên cîhanê her ku diçe zêdetir dibin.










