• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Heyeta Şaredariya Peyasê li Swêdê serdana Navenda Perwerdeya Pirzimanî kir

    Heyeta Şaredariya Peyasê li Swêdê serdana Navenda Perwerdeya Pirzimanî kir

    Qeyim û qeymeqamê berê yê Xelfetiyê hate binçavkirin

    Qeyim û qeymeqamê berê yê Xelfetiyê hate binçavkirin

    Ji Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û KNKê peyamên tevkujiya Ermeniyan

    Ji Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û KNKê peyamên tevkujiya Ermeniyan

    Dadgehan ceza li rojnamegeran barand

    Dadgehan ceza li rojnamegeran barand

    Prof. Dr. Polat: Rêzefîlmên mafyatîk tundîtûjiyê normalîze dikin

    Prof. Dr. Polat: Rêzefîlmên mafyatîk tundîtûjiyê normalîze dikin

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 24ê NÎSANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Li Rojava qirkirin, li cihanê bêdengî heye’

Wan /AW

22 ÇILE 2026 - 14:21
Kategorî: DARAZ, MANŞET, ROJANE
A A
Baroya Wanê, DADSAZ , şaxên ÎHDê, OHD û TÎHVê yên Wanê li dijî êrişên ser Rojava li pêşiya Edliyeya Wanê daxuyanî dan û diyar kirin ku ji holê rakirina Statûya Rojava zirarê dide aştiya herêmî jî.

Li dijî êrişên ser Rojava yên çeteyên girêdayî HTŞê, SMO û Tirkiyeyê Baroya Wanê, DADSAZ , şaxên ÎHD, OHD û TÎHVê yên li Wanê li pêşiya Edliyeya Wanê daxuyanî da. Daxuyaniyê sekreterê giştî yê baroya Wanê Alî Şapkacî xwend. Di daxuyaniye de pankarta “Li Rojava Qirkirin, Li Cihanê Bêedengî” hat vekirin.

‘Têkoşîna jiyan û ewlehiya herêmê’

Alî Şapkaci destnîşan kir ku Ji sala 2011ê ji vir ve domkirina şerê navxweyî yê li Surîyeyê bû sedema binpêkirina mafê jîyanê yên milyonan kesan û wiha got: “Lewma gelê Kurd ê li Rojava dijî, têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞê û çeteyên mîna wê dide ji bo mafê jiyanê û ewlehiya herêmê ye. Pergala rêveberîya civakî û siyasî ya ku li Rojava derketiye holê, li ser bingeha rêveberiyeke demokratîk, piralî û bi beşdariya li ser esasê wekheviya ziman, dîn, bawerî û nasnameyê hatiye avakirin. Pergala Rêvebiriya ku li Rojavayê saz bûye, di civaka navneteweyî de bersiveke rewa dît. Ev yek wek tecrûbeyeke girîng hat nirxandin ku li Sûriyeyê çareserkirina aştiyane û qanûnî pêkan e.”

‘Polîtîkayên Şamê yekreng û navendî ne’

Di berdewama axaftina xwe de Alî Şapkaci diyar kir piştî hilweşandina rejîma Esed, hikûmeta demkî ya di bin serokatiya Ehmed el-Şara de hat damezrandin. Pratîkên dewletê yên desthilatdar, yekreng û navendî pêk tên. Di demek nêz de êriş, îşkence, komkujî li Elewî, Durzî û herî dawî jî gelê Kurd hatin kirin. Ev jî nîşan dide ku bi awayekî zelal li Sûriyeyê pêvajoyeke tundî û derqanûnî hatiye destpêkirin.”

‘Êrişên derveyî qanûnî şermezar dikin’

Alî Şapkaci da zanîn ku ew wek rêxistinên hiqûqî yên mafan, parastina mafên mirovan li dijî bêhiqûqiyên tên kirin bêdneg nemînin û wiha gotin. “Em qedexekirina xwepêşandan û meşên aştiyane; destwerdana bêpîvan ya hêzên ewlehiyê, sepandina li dijî gel, hilbijartiyan û serokê baroyê şermezar dikin.”

‘Aştî bi rêzgirtina mafan pêkan e’

Di dawiya axaftina xwe de Alî Şapkaci bilêv kir ku bêdengiya Yekîtiya Ewropa û hevalbendên wê nayê qebûlkirin û ev tişt hatin gotin: “Em daxwaza avakirina mekanîzmayên lêpirsînê yên lezgîn dikin da ku bila sûcên şer û hewldanên komkujîyê yên li herêmê werin lêkolînkirin. Aştiyeke mayînde bi rêzgirina îrade û mafên gelan pêkan e.”

Etîket: Baroya WanêDADSAZÎHDa WanêOHDTHÎV
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rapora têkildarî mirinên bi guman ên li Girtîgeha Qûbînê hat aşkerakirin

Rapora têkildarî mirinên bi guman ên li Girtîgeha Qûbînê hat aşkerakirin

23 NÎSAN 2026
OHDê li ser medyaya dîjîtal hastage #YasalAdimŞimdi da destpêkirin

OHDê li ser medyaya dîjîtal hastage #YasalAdimŞimdi da destpêkirin

21 NÎSAN 2026
Doza ‘çeteya fihûşê’ taloqî 6ê Tîrmehê kirin

Doza ‘çeteya fihûşê’ taloqî 6ê Tîrmehê kirin

20 NÎSAN 2026
Muhîttîn Muguç: Mûsa Bendaş ji ber helwesta xwe ya Kurdewarî hat girtin

Muhîttîn Muguç: Mûsa Bendaş ji ber helwesta xwe ya Kurdewarî hat girtin

3 NÎSAN 2026
‘Operasyonên binçavkirinê zirarê didin pêvajoya heyî’

‘Operasyonên binçavkirinê zirarê didin pêvajoya heyî’

27 ADAR 2026
OHD: Ji bo aştî û demokrasiyê yek ji gava pêşî pêkanîna mafê hêviyê ye

OHD: Ji bo aştî û demokrasiyê yek ji gava pêşî pêkanîna mafê hêviyê ye

18 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Xelata Festîvala Gîtara Klasîk a Sarajevoyê dan muzîkjenê Kurd

    Xelata Festîvala Gîtara Klasîk a Sarajevoyê dan muzîkjenê Kurd

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dengbêj Kazo: Xwîn, jiyan û dengê xwe ez ê bidim gelê xwe HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî bi promiyera lîstika ‘Moraşîn’ berdewam kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Strana Zîlan bi dengê ciwanan li ser medyaya dîjîtal deng veda

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Agiriyê ji erdhej û lehiyê malên gelek welatiyan zirar dît

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Prof. Dr. Polat: Rêzefîlmên mafyatîk tundîtûjiyê normalîze dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Yenî Yaşamê manşeta Aqilê Kurdan: Hişmendiya dagirker parçe bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 24ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari serdana çalakiya karkerên madenê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şanoger û beşdaran festîvalê nirxand: Armanca vê festîvalê aştî, biratî û wekhevî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (839)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne