Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê êrişên li dijî Rojava hatin şermezar kirin. Parlamenter Heval Bozdag diyar kir ku êrişên li ser Rojava jiyana hevbeş a gelên herêmê hedef digire.
Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê li dijî êrişên li ser Rojava ku bi destê çeteyên HTŞ, DAIŞê û SMOyê yên girêdayî Tirkiyeyê tên kirin, daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojava xeta me ya sor e” hat vekirin û dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” hat berzkirin. Her wiha lolîpopên ku li ser “Ji jinên Serhedê hezar silav ji jinên Rojava re”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Qamişlo, Efrîn, Kobanê, Amûdê, Dêrîk, Hesekê, Tirbespî û Serêkaniyê ne bi tenê ye” hatin rakirin. Parlementerên DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag, endam û rêveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku êrişên li ser Rojava jiyana hevbeş a gelên herêmê hedef digire û ev tişt got: “Gelê Rojava bi tenê nîne. Em bang li gelê Tirkiyeyê dikin ku li kêleka Rojava bisekinin û ji bo aştî û çareseriyek demokratîk dengê xwe bilind bikin.”














