Endama Meclîsa Kar û Barên Derve ya Misrê Yûsif Zade diyar kir ku serkeftina agirbestê li Sûriyeyê girêdayî mîsogerkirina mafên tevahî pêkhateyan, bi taybetî jî yên Kurdan e.
Endamê Meclîsa Kar û Barên Derve ya Misrê û konsolosê berê yê Misrê yê New Yorkê Yûsif Zade têkildarî geşedanên li Sûriyeyê û agirbestê de ji ajansa ANHAyê re axivî. Yûsif Zade diyar kir ku serxistina agirbestê li Sûriyeyê girêdayî mîsogerkirina mafên tevahî pêkhateyan û bi taybetî jî yên pêkhateya Kurd e.
‘Helwesta Misrê helwesta çareseriyê ye’
Yûsif Zade di hevpeyvînê de diyar kir ku Misir piştgiriyê dide çareseriyên siyasî û vebijêrka leşkerî red dike. Agirbesta li Sûriyeyê hatiye ragihandin jî erênî pêşwazî dike. Yûsif Zade vedibêje ku vê helwesta Misrê diyar dike ku Misir îstiqrar û yekparebûna xaka Sûriyê dixwaze. Her wiha rola xwe ya wek aliyekî erebî dixwaze bi vê rêbazê dawî li şer bîne û atmosfera çareseriyê serwer bike.
‘Divê Kurd bi Desturê bên naskirin’
Yûsif Zade bal dikişand ser vê yekê ku divê mafên Kurd ne bi daxuyaniyên giştî bi destûreke zelal û garantiyên siyasî were mîsogerkirin û weha got: “Pêdiviya Kurdan bi naskirina qanûnî ya tevahî mafên wê yên siyasî, çandî, beşdariya saziyên dewletê heye. Ev yek dê metirsiyên ku di dîrokê de pêk hatine ji holê rake.”
Entegrasyona pirrengî mertalê ewlehiyê ye
Rayedarê Misrî Yûsif Zade aşkera kir ku li Sûriyeyê bandora biryarê di destê hin hêzên navneteweyî yên çalak de ye. Entegrasyona siyasî ya Kurd yekîtiya dewleta Sûriyeyê dê xûrtir bike. Yûsif Zade bi vê ve girêdayî got ku antegrasyona siyasî ya adilane yekbûna dewletê xurt dike, metirsiyê li ser çênake, beşdariya nîştimanî ya li ser esasê maf û wekheviyê ji welatekî pirreng re mertalê ewlehiyê ye.
‘Nakokiyên heremî û navneteweyî agirbestê sist dike’
Yûsif Zade derbarê pirsgirêkên li pêşiya agirbesteke mayînde de jî diyar kir ku garantiyên navneteweyî nîn in û pirsgirêkên di nava hêzên herêmî û navneteweyî de hene agirbestê lewaz dikin. Heke pirsgirêk bi rêyên siyasî yên giştî yên li ser esasê beşdarî û wekheviya di mafan de neyên çareserkirin dê agirbest sîst bibe û dibe ku di her kêliyekê de hilweşe.
‘Agirbest ji bo Ereban û Misrê derfet e’
Yûsif Zade anî ziman ku agirbes di çarçoveya garantiya desturê de û tevkariya wekhev a hemû pêkhateya, taybet jî pêkateya kurd bê pêşwazîkirina ji aliyê Ereban û Misirê ve derfeteke siyasî ye.













