Derket holê ku di êrişa Girtîgeha Eqtanê de DAIŞiyan jî cih girtine. Çeteyên DAIŞê ku di nav koma fermî ya giredayî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de cih girtinê di wêneyan de jî hat xuyakirin.
Êrişên çeteyên DAIŞ, HTŞ, SMO û Tirkiyeyê li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê didomin. Li Girtîgeha Eqtanê ya Reqayê ku bi hezaran çeteyên DAIŞê li wir girtî ne di bin dorpêça êrişên çeteyan de bû. Hezên Sûriya Demokratîk (HSD) jî vê sibehê li girtîgehê derbasî Kobanê bûn. Piştî êrişan gelek caran derket holê ku çeteyên DAIŞê jî di êrişên li dijî Rojava de cih girtine. Careke din bi wêneyan derket holê ku çeteyên DAIŞê di êrişên li dijî Girtîgeha Eqtanê de cih girtine. Di wêne de xuya dike ku çeteyekî DAIŞê li taxa Dêwera ya Reqayê ala DAIŞê ba dike. Bi vî wêneyî jî careke din tekiliya DAIŞê û komên giredayî Wezare Parastinê ya Sûriyeyê derket holê.













