Senetorê Amerîkî Josh Gottheimer hikumeta Şamê ji ber êrişên li ser Kurdan û neparastina girtîgehên ku DAIŞê lê dimînin hişyar kir.
Senatorekî Josh Gottheimer hişyarî da hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku ew êrişên li ser Kurdan û pêkhateyên din qebûl nakin li henber van êrişan bêdeng namînin. Josh Gottheimer neparastina girtîgehên DAIŞ tê de girtine û êrişên li ser Kurdan wek binpêkirina sozên ji bo rakirina cezayê Qeyser pênase kir.
Senator Josh Gottheimer ku endamê Komîteya Îstîxbarat û Xizmetên Darayî ya Senatoyê li ser hesabê xwe yê Xê got ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê sivikkirina cezayên Amerîkayê şaş şîrove neke. Josh Gottheimer Şamê hişyar kir û got: “Her hewldanê berdana girtiyên DAIŞê û ewlehiya hevalbendên me yên Kurd, an li ser ewlehiya pêkhateyên etnîkî yên din binpêkirina rakirina cezayê Yasaya Qeyserê ye.”
Senatorê Amerîkî Josh Gottheimer destnîşan kir ku Şam demildestê pêşdeçûna xwe rawestîne û heke êriş û pêşveçûn bidome ew ê cezayên tund li hikûmeta demkî ya li Şamê bibarînin.













