Bêrîtan Aksû ku li dijî êrişên ser Rojava tev li çalakiya li Pirsûsê bû û li wir bi îşkencekirinê hat binçavkirin li dijî îşkenceyê dest bi greva birçîbûnê kir.
Bêrîtan Aksu ku li dijî êrişên qirkirinê yên li dijî Rojava tev li çalakiya li Pirsûsê bûbû bi îşkenceyan hat binçavkirin. Bêrîtan Aksu û 6 ciwanên xwestin li dijî êrişan bimeşin ser sînorê Kobanê ji aliyê polîsan ve bi îşkenceyê hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê. Hat zanîn ku îşkenceya polîsan li navenda polîsan jî berdewam kiriye.
Parêzeran xwestin bi kesên hatine binçavkirin re hevdîtinê bikin lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Parêzerên ku piştî demekê hevdîtin pêkanîn diyar kirin ku polîsan îşkence li miwekîlên wan kiriye û xwarin û vêxwarinê nedane binçavkiriyan.
Parêzeran xwest ji derve xwarinê ji bo miwekîlên xwe bibin lê polîsan ev jî asteng kir.
Ji ciwanên binçavkirî Bêrîtan Aksu bi rêya parêzerên xwe ragihand ku wê li dijî îşkenceyê dest bi greva birçîbûnê kiriye.













