Ciwanên Başûrê Kurdistanê ku li dijî êrişan tev li seferberiyê bûn û derbasî bajarê Dêrikê bûn, bi straneke piştgiriya şervanên HSDê kirin.
Piştgiriya ji bo berxwedana Rojava ya li dijî êrişên çeteyan berfireh dibe. Li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat gelê Kurd û dostên xwe ji bo xwedîderketina li destkeftiyên Rojava serferber bûne. Ciwanên ji Başurê Kurdistanê ku li dijî êrişan ji bo tev li seferberiyê bibin xwe gihandin bajarê Dêrikê û bi peyamekê piştgiriya dan şervanên Hezên Sûriya Demokratîk (HSD).
Ciwanan diyar kir ku wan ji bo piştgiriya Rojava berê xwe dane Dêrikê û bi straneke piştgiriya berxwedanê kirin.












