Li Stenbolê polîsan êrişî çalakiya ji bo Rojava kir û di êrişê de gelek kes hatin binçavkirin.
Li Stenbolê bi boneya astengkirina meşa piştgiriya Rojavayê Kurdistanê di navbera girseyê û polîsan de gengaşî berdewam dike. Di encama êrişa polîsan de Hevserokê Rêxistina Bajar a DEM Partiyê Çinar Altan û gelek welatî hatin binçavkirin.
Çalakî li kolanan didomin
Li ser astengkirina polîsan sekna bi hezaran kesî ya li Qada Aksarayê berdewam dike. Her wiha komên ji sedan kesan pêk tên jî li kolanên Aksarayê bi sloganan dimeşin û hewl didin xwe bigihînin qadê. Rageşiya di navbera gel û polîsên Tirkan de berdewam dike. Li aliyekî polîs dorpêç û êrişê dikin li aliyekî jî gel dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana gelê Kurd” û “Bijî Rojava” berz dikin.












