Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê ji bo şermezarkirina êrişên ser Rovaja çalakî li dar xist. Parlamentera Îzmîrê Burcugûl Çubuk diyar kir ku Rojava berxwedana hebûnê ye û got: “Têkoşîna azadiya gelê Kurd tê dayîn û dê bi ser keve.”
Êrişênser Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Li aliyê din hevdîtin û civînên li ser çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê û Rojava tên domandin. Li dijî êrişan didomin Platforma Saziyên Demokratîk ên Stenbolê li Qada Aksarayê kom bû û xwest ji vir heya navçeya Qada Saraçhaneyê ya Fatîhê bimeşe.
Hevserokên Navend û navçeyên DEM Partî û DBPê yên Stenbolê, parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên partiyên siyasî, Dayikên Aştiyê, Aktivîstên TJAyê, nûnerên saziyên sivîl ên demokratîk û gelek kes tev li çalakiyê bûn.
Girse li Qada Aksarayê kom bû û dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Şehîd Namirin”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” berz kirin. Girseya xwest dest bi meşê bike ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Bi ser vê yekê di navbera polîsan û girseya dixwest bimeşe gengeşî derket.
Polîsên ku di gengeşiyê de êrişî girseyê kirine gelek kes hat binçav kirin. bi ser vê yekê girse jî li dijî êrişan li ber xwe da û belav nebû. Girse di dorpeça polîsan de daxuyanî da.
‘Ji berxwedêran re hezar silav’
Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugûl Çubuk di daxuyaniyê de axivî. Burcugul Çûbûk diyar kir ku êrişa li ser Rojava êrişa li ser wan e û wiha axivî: “Îro ji Rojava berxwedana hebûnê heye. Gelê Kurd li ber xwe dide. Em jî ji bo gelê Kurd li ber xwe didin. Em ê bi ser kevin. Vîna gelê Kurd dê tek naçê. Têkoşîna azadiyê tê dayîn û dê ev serhildan bi ser bikeve. Ji berxwedêran re hezar silav.”
‘Kesên ku li dijî çareseriyê ne dixwazin pêvajoyê fetisînin’
Berdevka Rêxistinê ya DEM Partiya Stenbolê Ayfer Çelîk daxuyanî xwend. Ayfer çelîk anî ziman ku di êrişan de tevahî cihanê bêdeng ma û wiha got: “Ev êriş ji bo sabotekirina çareseriyê pêk hat. Êrişên ku gelê Kurd dike hedef, ne tenê îro, pêşeroja Sûriyeyê jî dixe bin xetereyê. Ev êrîş di heman demê de dê bandoreke neyînî li pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dike. Kesên ku li dijî çareseriyê ne, dixwazin pêvajoyê bifetisînin.”
‘Em li gel Rêveberiya Xweseri in’
Ayfer Çelîk di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku têkiliya HTŞê û Tirkiyeyê tu pêşerojekê baş misoger nake û wiha pê de çû: “Di heman demê de ev têkilî dê hêviya jiyaneke hevpar jî tune bike. Xwedîderketina Rojava xwedîderketina mirovahiyê ye. Gelê Kurd li dijî wan êrişan bêalternatîf nîn e. Em ê bi berxwedana Kobanê destketiyên Rojava biparêzin. Em li gel Rêveberiya Xweser in. Tu hêz nikare gelê me tune bike. Em bang li tevahî hêzen navneteweyî dikin ku bila gelê Kurd biparêzin.”
Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî bû.











