HSDê daxuyand ku di êrişa droneke xwekujî a çeteyên HTŞê li dijî gundê Sefa yê başûrê bajarê Çilaxayê de 2 şervan birîndar bûn û dronek hat xistin.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), ragihand ku di binpêkirineke nû ya agirbestê de, çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi droneke kamikaze êrişî gundê Sefa yê başûrê bajarê Çilaxa kir. Di encama êrîşê de 2 şervanên HSDê birîndar bûn.
HSDê diyar kir ku şervanên wan dronek jî li asîmanê herêmê xist xwarê.













