Ji bo siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak ê ku ji ber nexweşiyê li Almanyayê jiyana xwe ji dest da, dê sibê li Ilsfeldê merasîma cenaze were lidarxistin.
Siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak ê ku ji ber nexweşiya penceşêrê ku ev demek dirêj bû li nexweşaneya bajarê Heilbronnê yê Almanyayê dihat dermankirin duh jiyana xwe ji dest da. Ji bo Selîm Sadak dê sibê (25’ê Çileyê) li Salona Dawetê ya Can a li Ilsfeldê merasîma cenazeyê were lidarxistin.
Merasîma ku ji aliyê Federasyona Gelên Kurdistanî (FED-GEL), BW û BAYERNê ve tê lidarxistin, wê ji bo gelê Kurd û dostên wan vekirî be. FED-GELê diyar kir ku ew ji ber wefata Sadik pir xemgîn in û bang li her kesî kir ku tevlî merasîmê bibin.
Navnîşan ku merasîma cenazeyê were lidarxistin: Salona Dawetê ya Can, Benzstraße 4, 74360 Ilsfeld













