Welatiyên Amedê nerazîbûn nîşanî êrişên ser Rojava dan û gotin: “Em êrişên ser Rojava qebûl nakin û em li gel birayê xwe yên Rojava ne.”
Çeteyên HTŞê, DAIŞê, SMOyê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên birêvebirin, êrişên xwe yên li dijî Rojava didomînin. Li dijî êrişên ser Rojava li Kurdistan, Tirkiye, Ewropa û gelek welatên cîhanê Kurd û dostên wan çalakiyên nerazîbûnê li dar dixin. Welatiyên Amedê jî ji bo piştgiriya Rojava bikin her roj çalakiyan li dar dixin û nerazîbûna xwe nîşan didin.
Welatiyên Amedê, têkildarî êrişên ser Rojava û çalakiyên ku ji bo Rojava didomin ji ajansa me re axivîn û gotin: “Em êrişên li ser Rojava qebûl nakin. Em li gel xwişk û birayên xwe yên Rojava ne.”












