Stenbol – Welatiyên ku li Stenbolê tev li meşa li dijî êrişên li ser Rovaja bûn diyar kirin ku divê her kes rabe serê pêya û gotin: “Roj roja xiretê ye. Ne îro be em ê kengê rabin?”
Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê li dijî êrişên li ser Rojava çalakî li dar xist û êrişên qirkirinê şermezar kir. Welatiyên ku tev li çalakiyê bûn ji ajansa me re axivîn.
‘Hemû dinya bûye dijminê gelê Kurd’
Nafiye Ariturk diyar kir ku divê li dijî êrişên li ser Rojava tu kes di mala xwe de nesekine û got: “Îro roj roja xîretê ye. Keça min dibêje em Kurd in, yê me jî bikujin? Tevahî cîhan bûye dijminê gelê Kurd. Divê êdî Kurd, Tirk, Ereb her kes deng derxe. Ez bang li tevahiya mirovên xwedî şeref dikim ku rabin ser pêyan.”
‘Dem ne dema rûniştinê ye’
Cemîlê Karakaş jî destnîşan kir ku divê li dijî êrişên HTŞê tevahiya cîhanê rabe û got: “Divê êdî her kes rabe ser pêyan. Dem ne dema rûniştinê ye. Mirovên xwedî rûmet divê dengê xwe bilind bikin. Ez êrişên li ser gelê Kurd şermezar dikim. Îro zarokên me tên kuştin, em van êrişan tu carî qebûl nakin.”
‘Dixwazin tevahî gelê Kurd bikujin’
Rifat Boza jî anî ziman ku gelê Kurd tu carî êrişî tu gelan nekiriye û got: “Îro ciwanên me ten kuştin, keziyên keçên me tê jêkirin lê tu kes deng nake. Roj roja xwedî derketina Rojava ye. Êdî em hatine asta dawî. Dixwazin tevahiya gelê Kurd bikujin.”
‘Roj roja xîretê ye’
Seyîd Gaffar bi şermezarkirina êrişên li ser gelê Kurd dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Ji bo deng bidin dengê Rojava em li qadan in. Îro keziyê keça Kurd jê kirin. Ew kezî jî bû sembola gelê Kurd. Ji bona wê divê tevahî gelê Kurd rabe ser pêyan. Dewleta Tirk dibêje em birayê hev in lê wisa tevnagere. Li dijî êrişan roj roja xîretê ye. Divê em xwedî li Rojava derkevin.”
‘Divê her kes rabe ser pêyan’
Haydar Elmas jî bi bîr xist ku gelê Kurd êrişî tu kesî nekiriye û got: “Gelê Rojava xwişk û birayên me ne. Îro seferberî heye. Ji bo em bersiv bidin vê divê her kes rabe ser pêyan. Ne îro be em ê kengê rabin?”

















