• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    NY: Ji destpêka şer û vir Îranê 21 girtî darve kirin

    NY: Ji destpêka şer û vir Îranê 21 girtî darve kirin

    Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

    Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

    Li sê cihên Stenbolê qurbaniyên 1ê Gulanê hatin bibîranîn

    Li sê cihên Stenbolê qurbaniyên 1ê Gulanê hatin bibîranîn

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    ROJEVA 5ê KANÛNa 2025an

    ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    NY: Ji destpêka şer û vir Îranê 21 girtî darve kirin

    NY: Ji destpêka şer û vir Îranê 21 girtî darve kirin

    Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

    Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

    Li sê cihên Stenbolê qurbaniyên 1ê Gulanê hatin bibîranîn

    Li sê cihên Stenbolê qurbaniyên 1ê Gulanê hatin bibîranîn

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    ROJEVA 5ê KANÛNa 2025an

    ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Rojava hişyariya agirbestê û banga mezinkirina seferberiyê

Navenda Nûçeyan / AW

25 ÇILE 2026 - 12:15
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li ser zêdebûna berxwedana di çarçoveya seferberiya neteweyî de agirbest hate dirêjkirin. Rayedarên Rêveberiya Xweser têkildarî agirbestên xapînok ku hatin kirin, banga mezinkirin û berdewamkirina seferberiyê kirin. Gelê Rojava ku ligel hemû bêderfetiyan li aliyekê amadekariyên şerê gelê şoreşgerî didomînin û li aliyê din jî jiyana rojane rêxistin dike. Di bangawaziyan de hate xwestin ku dengê Rojava li çar hêlên cîhanê bê bilindkirin.

Di çarçoveya komploya navdewletî de êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê hefteyek li pey xwe hişt. Ligel hemû êrişên çeteyên HTŞê û DAIŞê yên girêdayî Tirkiyeyê gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê tev li seferberiya neteweyî bû û dadikevin qadan û nerazîbûn nîşanî êrişan dide. Bi milyonan Kurdistanî û dostên wan li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat rabûn ser pêyan. Her çiqas di encama berxwedana gelê Kurd de agirbest hatibe ragihandin jî rayedarên Rêveberiya Xweser û siyasetmedarên Kurd banga baldariyê hat.

Şero: Divê seferberî bê mezinkirin

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Hesen Şero diyar kir ku tevahî sazî û dezgehên kantona Cizîrê di seferberiya xizmetguzariyê de ne. Têkildarî seferberiyê û berdewamiya debara jiyanê de Hesen Şero ji ANHAyê re axivî. Hesen Şero diyar kir ku wekî ku tê şopandin, ev çend roj in ku gel bi giştî, bi hêza xwe ya leşkerî û bi hêza xwe ya ewlekariyê li bajarê Qamişlo û Kantona Cizîrê di nava seferberiyê de ye û wiha got: “Tevahî sazî û dezgehên me yên Kantona Cizîrê heya niha di nava 24 saetan de, di milê xizmetguzeriyê de dixebitin. Da ku pêdiviyên şêniyan pêk bînin. Ev sazî bi gel re jî di nava serferberiyek mezin de ne. Saziyên me yên xizmetguzeriyê ji peydakirina nan, av, mazot, gazê û hwd di nava xebatê de ne.”

‘Yekîtiya derkete holê serkeftina herî mezin e’

Şero behsa berxwedan û piştevaniya her çarperçeyên Kurdistanê kir û wiha axivî: “Hesetên gelê me li her çar perçeyên Kurdistanê moral û serkeftin in. Morl û berxedana gelê Rojavayê Kurdistanê ji tevahî cîhanê re mînak e. Divê gelê parçeyên din jî her li pişt vê berxwedanê bin. Pêvajoya ku em tê re derbas dibin û berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê bi piştevaniya perçeyên din ên Kurdistanê destkeftiya herî mezin e. Bi yek rihî û dilî êdî berê xwe didin Rojavayê Kurdistanê, berê xwe didin cihê ku dijmin dixwaze hebûna gelê lê bide qirkirin. Bila gelê me di wê baweriyê de be ku serkeftina vî gelî wê dijmin têk bibin.”

Koçberî rewşa jiyan û mirovî jî dijwar kir

Bi deh hezaran malbatên koçber ên ji Efrîn, Şehba, Reqa, Tebqa, Dêrazorê û Şedadê ku hatine Kantona Cizîrê pêwistiyên wan ên mirovî û jiyanî jî tên dabînkirin. Tevî hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo peydkirina pêdiviyên wan, hejmara mezin a mirovên koçber hişt ku komîteyên alîkariyê bangên lezgîn ji bo piştgiriya pêwîst bikin. Di heman demê de, gelê Rojava bi avakirina komîteyên parastinê li tax, gund, bajarok û bajaran, piştgiriya HSD û YPJê, parastina xwe xurt dike. Tevî dirêjkirina agirbestê jî, xeterî berdewam dike. Ji ber ku çeteyên HTŞê girbestên berê binpêkirin, baweriya rayedar û gelê Kurd bi agirbestê nîne. Ji ber vê yekê sazî û partiyên Rojava banga bilindkirina têkoşînê û xurtkirina hevgirtinê li Kurdistan û Ewropayê kirin.

Hewldana bicihanîna pêdiviyan didome

Ligel seferberiya giştî ya ku Rêveberiya Xweser li dijî êriş û gefên çeteyan ragihandiye, saziyên Rêveberiya Xweser ên li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê pêşkêşkirina xizmetan didomînin. Saziya Avê ya Bajarê Hesekê dabînkirina avê bi rêya sarîcan ji şêniyan re zêdetir kirine. Ji rêveberên Saziya Avê ya bajarê Hesekê Hesen Izo Hisên ji ANHAyê re axivî û diyar kir ku ew bi rêya tankeran avê ji şêniyan re peyda dikin û got, beriya av li şêniyan were were belavkirin, av tê paqijkirin.

Li Hesekê amadekarî û hişyariyên ewlehiyê

Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê Zurêr Miêş ji ANHAyê re axivî û derbarê rewşa bajar de agahî dan. Miêş diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo ewlehî û aramiyê li bajêr 24 saetan di rewşa amadebaşî û hişyariyê de ne. Miêş destnîşan kir ku Hesek aram e û wiha got: “Rewşa bajêr di bin kontrolê de ye. Şevê hin şaneyên veşartî hewl didin tevliheviyê derxin, lê demildest midahale tê kirin.” Miêş der barê tedbîrên ewlehiyê yên ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve li bajêr hatine girtin hişyarî da û xwest ku gel jî di vî alî de hîstiyar be û alikariya hêzên ewlehiyê bike. Miêş anî ziman ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi moralek bilind, fedakarî û baweriyek mezin, bi hevkariya şêniyên ku taxan diparêzin û Hêzên Parastina Civakê dixebitine.

Gel noqteyên parastinê ava kir

Li dijî êrişên çeteyan ligel hêzên ewlehiyê gel jî hişyar e. Ji ber xeteriya derketina şaneyên veşartî yên DAIŞê û îstîxbarata Tirk gelê Rojavayê Kurdistanê xwe bi awayekî kom bi kom rêxistin dike. Komên ewlehiyê yên gel tax, kolan û herêmên xwe li dijî her xeteriyekê diparêzin. Bi şevê şênî li nava kolan û taxan digerin, nobedariyê dikin, ciwan jî li ser noqteyên kontrolê ne. Welatî bi awayek nizamî karbeşiyê dike û nobeta parastinê didomîne.

Fermandarekî HSDê: Yekîtî ji hemû fitneyan mezintir e

Fermandarekî HSDê yê bajarê Hesekê peyamek da welatiyên li bajar û diyar kir ku yekitiya pêkhateyan li hember fitneyan mertala herî xurt e. Di peyama ji welatiyan re hate ragihandin de wiha hate gotin: “Yekîtiya pêkhateyan dê komployê têk bibe. Li Hesekê li derdora wî bi dehan parêzvanên bajêr bi coş û ruhê berxwedanê sekinîne û ji parastinê re amade ne. Komploya bi armanca derbekirina pêkhateyan aşkera bû. Em şerê hev du nakin, wê dawî li fitneyê bê. Em soz didin tevahî pêkhateyan em ê bi ser bikevin.” Ligel hemû sorkirina îstîxbaratên derveyî yên wekî Tirkiye û Qatarê jî ji pêk hateyên cuda welatî tev li parastina nobetê dibin. Jineke ji pêkhateya Ereb li bajarê Çilaxa tevî sermayê jî, zaroka xwe ya biçûk hildigire û tev li nobeta parastinê dibe.

 

 

 

 

 

Etîket: Berxwedana RojavaHesekêRêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêseferberiya li Rojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mehmûd Xelîl: Wê sibe 400 dîlgirtî bên berdan

Karwanê girtiyan gihişt Şedadê: Malbat li benda pêşwaziyê ne

11 NÎSAN 2026
Elmaz Romî bû şaredara Kobanê

Elmaz Romî bû şaredara Kobanê

6 NÎSAN 2026
Li Hesekê teqîn: Mirî û birîndar hene

Li Hesekê teqîn: Mirî û birîndar hene

1 NÎSAN 2026
Parêzgarê Hesekê bi berpirsa UNICEFê re civiya

Parêzgarê Hesekê bi berpirsa UNICEFê re civiya

25 ADAR 2026
Parêzgarê Hesekê bi şandeya NYyê re civiya

Parêzgarê Hesekê bi şandeya NYyê re civiya

25 ADAR 2026
Li 2 bajarokên Hesekê moşek ketin

Li 2 bajarokên Hesekê moşek ketin

24 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DÎSSA bi lîstika ‘Aştî’ derket pêşberî şanohezan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyaset xwend lê sewalkariyê dike: Heke demokrasî tune be aborî jî nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî kuştina jinan rabûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Desthilat ji bo pêvajoyê bi helwestek tirsonek radibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê rojeva firehkirina rê û veguheztina daran: Kî çi dibêje?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (1005)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne