Bi pêşengtiya Partiya Komînîst ya Kurdistanê gelek partiyên siyasî bi armanca piştgiriya Rojavayê Kurdistanê hatin cem hev.
Li ser banga Partiya Komînîst a Kurdistanê têkildarî rewşa Rojavayê Kurdistanê li Baregeha Liqa Kerkûkê hatin cem hev. Di civînê de berxwedana Rojava, êrişên çeteyên DAŞI û HTŞê yên girêdayî Tirkiyeyê hatin nirxandin. Li ser encamên civînê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku bûyerên niha li Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê rû didin, dewama siyaseta jenosîdkirina gelê Kurde û wiha hate gotin: “Daxwaz ji civaka navneteweyî û saziyên mafê mirovan dikin ku erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî û exlaqî li ser stûyê we ye yê ji bo parastina gelê Kurd û pêkhateyên din bi cih bînin. Pêşiya êrişên komên çete yên li ser jîngehên sivîlan bidin sekinandin.”
Her wiha banga zêdekirina piştgiriya çalakiyên ji bo Rojavayê Kurdistanê hate kirin û ev tişt hatin gotin: “Em li gel çalakiyên sivîl, zextên kolan û xebatên dîplomasî li ser asta navxwe û navneteweyî dikin. Em spasiya hemû hewldanên berhevkirina alîkariyê dikin. Ev erkekî welatî û mirovî ye. Daxwaza hemû aliyan dikin ku piştgiriya van pêngavan bikin.”













