Welatiyên li navçeyên Wêranşar û Pirsûsê yên Rihayê welatiyên ji ber çalakiyên ji bo Rojava hatibûn binçavkirin, yek jê zarok û 11 kes hatin girtin.
Li navçeyên Wêranşar û Pirsûsê yên Rihayê di 21-22yê Çileyê de li dijî êrişên çeteyên giredayî DAIŞ, HTŞ, SMO û Tirkiyeyê li ser Rojava çalakiyên meşe hatibû li darxistin û gelek kes hatibûn binçavkirin. Kesên hatibûn binçavkirin piştî 4 rojan îro derxistin serdozgeriya Rihayê. Piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Sulhê ya 4emîn a Rihayê kir. Dadgeha Sulhê ya 4emîn a Rihayê derbarê 1 jê zarok û 7 kesên li navçeya Pirsûsê hatibûn binçavkirin de biryara girtinê da.
Dadgehê derbarê 3 jê zarok û 7 kesên li navçeya Wêranşar hatibûn binçavkirin de 3 zarok serbest berda û ji bo 4 kesan jî biryara girtinê da. Her wiha beriya niha jî Sevgî Talay ku pitika wê ya 3 mehî hebû û li navçeya Wêranşar hatibû binçavkirin de biryara girtina malê (Ev hapsi) dabû û dîsa derbarê Yakûp Kayrup ku li navçeya Wêranşar hatibû binçavkirin jî biryara girtinê dabû.
Hat hînbûn ku Ahmet Hasan, Muhammet Şeyh, Huseyîn Ahmet, Seruk Ato yên bi eslê xwe ji Rojavayê Kurdistanê ne û li Pirsûsê hatibûn binçavkirin li TEM a Cendermeyan a Rihayê tên girtin.













