Mêrsîn – Polîsan Hevşaredarên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan binçav kirin. Polîsên ku şaredarî dorpêç kirin gotin ku “Qeyûm hate tayînkirin.”
Hevşaredarên Akdenîza Mêrsînê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û endamên Meclisa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Hîkmet Bakirhan û Neslîhan Orûç di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Sedemê binçavkirina hevşaredaran û encamên meclise nehate zanîn. Avahiya Şaredariya Akdenîzê jî ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin.
‘Polîsan got qeyûm hate tayînkirin’
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan ê ketina wî ya şaredariyê hate astengkirin, da zanîn ku polis li hundir lêgerînê dikin û wiha got: “Polîsan asteng kirin ku em bikevin Şaredariya Akdenîzê û ji me re gotin ku qeyûm biryara qedexeyê daye. Ji me re gotin ku ‘Qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê hate kirin û dê di malpera Walîtiya Mêrsînê de were weşandin.’ Qeyûm xesp e, qeyûm diziya îradeyê ye, em biryara tayînkirina qeyûman a li Şaredariya Akdenîzê qebûl nakin.”