Wezîra Perwerde û Entegrasyonê ya Swêdê Simona Mohammson, bertek nîşanî êrişên ser Rojava da û got ku ew nefret û dijminatiya li ser jinên Kurd qebûl nakin.
Li Swêdê nerazîbûnên li dijî êrişên çeteyên HTŞê û DAIŞê ku dewleta Tirk destek dide wan her diçe bertek zêde dibe. Wezîra Perwerde û Seroka Giştî ya Partiya Lîberal a Swêdê Simona Mohamsson, têkildarî êrişên li dijî Rojava li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal Xê peyamek parve kir û êriş şermezar kir.
Keziyên hûnandî bû sembola hêza hevgirtî
Wezîra Perwerdeyê ya Siwêdê Simona Mohamsson, birîna pora jineke Kurd a hatibû qetilkirin, weke êrişeke li ser rûmet û nasnameya jinan bi nav kir. Simona Mohamsson da zanîn ku jinên Kurd di têkoşîna li dijî DAIŞê de pêşengî kirin. Simona Mohamsson diyar kir ku kezî ji bo jinên Kurd sembola rûmet, hêz û berxwedanê ye û got ku ji ber vê ew bi hûnandina porê xwe hevgirtina xwe ya bi jinên Kurd re nîşan didin.
Simona Mohamsson bertekên tund nîşan da û got: “Li her cihê ku jin ji bo maf û rûmeta xwe şer dikin, em weke Lîberal her tim li kêleka wan in, em wan dibînin û dibihîsin. Em tu zilm û zordariyê li ser bingeha tundî, nefret û dijminatiya li ser jinan qebûl nakin.”
Wezîra Siwêdî Simona Mohamsson peyama xwe bi dirûşma jinên Kurd “Jin, jiyan, azadî” bi dawî kir.













