Platforma Tenduristiyê ya Amedê li ber Nexweşxaneya Zarokan a Selahattîn Eyûbî xwest çalakiya nobeta jiyanê li dar bixe lê polîsan destûr neda û êrişî kedkarên tenduristiyê kir. Platformê xwest ku divê korîdora jiyanê ji bo Kobanê bê vekirin.
Platforma Tenduristiyê ya Amedê xwest li ber Nexweşxaneya Zarokan a Selahattîn Eyûbî bi navê “Divê korîdara jiyanê bê vekirin” li dar bixe lê polîsan bi hinceta biryara “qedexekirina çalakî, meş û daxuyanî” ya ku ji aliyê Walîtiya Amedê ve hatiye ragihandin, destûr neda çalakiyê. Kedkarên tenduristiyê nerazîbûn nîşanî dorpêçê dan. Polîsan êrişî çalakvanan kir. Kedkaran bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” bersiv da dorpêç û êrişa polîsan.

Paşê endamên Platforma Tenduristiyê ji dorpêçê derbasî avahiya Odeya Bijîşkan a Amedê bûn û daxuyanî dan. Platformê êriş û dorpêça polîsan şermezar kir. Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen ji derheqê erişên li ser Rojava û astengkirina çalakiya platformê de axivî.
Veysî Ulgen diyar kir êrişên li ser Rojava diqewimin wekî karkerên tenduristî û xizmetên civakî careke din tînin ziman ku şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e û got: “Tedawiya wê aşitî ye. Şer tenê bi gule û bombeyan jiyanê tehdit nake; bêavî, bêxwarinî, nexweşiyên belavbûyî, astengkirina gihiştina xizmetên tenduristî, trawmayên derûnî û xizaniyê bi xwe re tîne û jiyanê dixe xetereyê. Zarokên Kobanê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. Vê bûyerê da nîşandan ku wîjdanên mirovahiyê têk çûye. Em dixwazin alikariyê bibin wê derê, bimeşin û çalakî li dar bixin lê polîs me asteng dikin. Têkoşîna me dê berdewam bike. Em dibêjin ku divê teqez korîdora jiyanê bê vekirin.”













