Serokwezîrê Iraqê Şiya Sudanî bi sefîrê Tirkiyeyê yê Bexdayê re hevdîtin pêk anî û ji welatên cîhanê xwest welatiyên xwe yên di nava çeteyên DAIŞê de werbigirin.
Ofîsa serokwezîrtiya Iraqê li ser hevdîtina pêk hat de agahî da û di agahiyê de hat diyarkirin ku îro serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, li Bexdayê bi balyozê dewleta Tirk yê Iraqê Anil Bora Înan re hevdîtin pêk anî. Li gorî ofîsê di civînê de behsa peywendiyên Tirkiye û Iraqê hatiye kirin.
Sudanî: Walatiyê xwe yên endamên DAIŞê werbigirin
Her wiha hate destnîşankirin ku di civînê de serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî diyar kiriye ku hewldanên Iraqê yên ji bo wergirtina çeteyên DAIŞê, li gorî berjewendiya Iraqê tê kirin.
Hat diyarkirin ku Sudanî di civînê de ji welatên cîhanê xwest ku berpirsyartiyên xwe yên qanunî bicih bînin û welatiyên xwe yên di nava DAIŞê de ne werbigirin.













