Wan – Hevberdevka Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ku di nav şandeya Bakur de serdana Rojava kir li ser êrişan û yekitiya gelê Kurd axivî û got: “Gelê Rojava van êrişan wek komployeke navwdewletî bi nav dike. Ev kopmlo îro li ser Rojava dest pê kiriye lê ger ku bigihîje armanca xwe dê li Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî bandoreke mezin a neyînî derxe holê.”
Hevberdevka Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ku di nav şandeya saziyên Bakurê Kurdistanê de di 21ê Çileyê de çûbû Rojavayê Kurdistanê û paşê vegeriya derbarê serdana Rojava de ji Ajansa Welat re axivî.
Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê anî ziman ku berê jî ji bo Konferansa li Kamişloyê çibû Rojava. Wê demê pir dilşad û bi kelecan bûye û wiha got: “Dema em cara yekemîn çûn me ew jîyana pir rengî, keyfxweşî û atmosfereke erênî dîtibû. Lê em vê carê bi dilekî êş û şikestî çûn. Li Deriyê Sêmêlka hevserokê PYDê em pêşwazî kirin. Hevalan em bi keyfxweşî û moralekî bilind pêşwazî kirin. Mirovî bawer nedikir ku şerek li wir heye, di nava şer da ne. Ruxmê vî şer û komployo netewedewletan a li ser Rojava jî morala wan xweş bû.”

‘Ji zarokan heta kal û pîran her kes di nobetê de ye’
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît da zanîn ku li dijî êrişên dijwar hêrseke mezin heye lê hêz û motîvasyona wan gelek bilind e û wiha pê de çû: “Bi vê hêz û moralê axa xwe, taxên xwe, nasnameya xwe, zimanê xwe, statû û destkeftiyên xwe diparêzin. Lê mixabin vî şerî xizanîyeke gelek zêde jî derxistiye holê, lê gel bi xwe bawer e. Divê mirov li hemberî vê sekna gel a li xwebawer bejna xwe bitewîne. Gelê Rojava di nav wan zorî û zehmetiyan de jî bi vê sekna xwe hêz û moral da me.”
‘Ev êriş encama komloyeke netewdewletî ye’
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku ev êrişên li ser Rojava encamên komployeke netew dewletî ye. Pirr kûr û qirêj hatiye plansaz kirin û axaftina xwe wiha domand: “HSDê bi xwe çend caran daxuyanî da ku girêdayî Peymana 10ê Adarê ne, hewldan ku peyman bikeve pratîkê. Lê belê Hikumeta Şamê her tim gavên xwe giran diavêtin. Ev vê nîşan dide kû ev komplo ne ya rojek yan du rojane yan jî neya piştî peymana 10ê Adarê ye. Li pişt perdê tiştên qirêj derketin holê. Plansaziya vê komployê gelek zûtir hatiye kirin û pêngav bi pêngav meşandine. Gelê Rojava jî van êrişan wek komployeke netewdewletî bi nav dike. Ev kopmlo îro li ser Rojava dest pê kiriye lê ger ku bigihe armancên xwe dê li başûr, bakur û rojhilatê Kurdistanê jî bandoreke mezin ya neyînî derxe holê. Çawa ku sed sal berê li Lozanê mafên Kurdan hatin binpêkirin û Kurdistan kirin çar parçe, îro jî dibînin ku li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê 3yemîn heye, lewma naxwazin Kurd li Rojhilata Navîn bibin xwedî statu. Dixwazin careke din kiryara xwe ya sed sal berê pêk bînin, lê belê Kurdên îro ne Kurdên sed sal berê ne.”
‘Ji ber modela demokratîk Rojava dikin hedef’
Sayyîgît bal kişand ser paradîgma û modela Rêveberiya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev tişt gotin: “Hişmendiya netew dewlatan li ser modernîteya kapîtalîst û yek netew, yek ol, yek zimanî ye. Li ser yek perestiyê diçe. Lê li Rojavayê hişmendiya netew dewlatan ya baviksalarî berovajî kirin. Ev 15 salin jiyaneke bi hev re pêk anîne û rê dibin. Hemû gelên cûda yên Rojava dikarin bi hev re bijîn. Bi pêşengtiya jinan ev jiyan hatiye ava kirin. Dema em cara yekem çûne Rojava me ev helwesta pir rengî, pir dengî û pirr bawerî di hemû rêvebirî, sazî û partiyan de dît. Ji bo netew dewlatan ev rîsk bû, naxwazin ev paradîgma ya ku bi pêşengtiya Kurdan û gelên din ava bûye li wir berdewam bike û belav bibe. Li dijî hişmendiya mêr-dewlet û yêk perestiyê naxwazin pir bawerî pir zimanî, jiyaneke nû û hevpar hebe. Lewma Rojava hedef girtine.”
‘Hêzên hegemon dixwazin di navbera Kurd û Ereban de şer derxin’
Sayyîgîtêbehsa vekişîna hêzên HSDê li Reqa û Tebqayê jî kir û da zanîn ku Rayedarên Rojava diyarkirine ku ji bo naxwazin di navbera gelê Kurd û Ereb de şer derkeve lewma li wan deveran vekişiyane û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Hêzên hegemon dixwazin di navbera Kurd û Ereban de şerekî der bixin heke şerekî giran derkeve dawiya vî şerî nayê.” Sayyigitê got wan jî digot: ‘Em naxwazin şer bikin. Em dixwazin bi çanda xwe, zimanê xwe, nasnameya xwe li ser axa xwe bijîn, Hedafa sekeke jî ev paradîgmaya me ye. Lewma em ji Reqa û Tebqayê vekişiyan. Her çiqas îro hinek eşîrên Ereban pişta xwe da be Hikûmeta Şamê jî hêj di nava HSDê de, di rêveberiyê de, di nava gel de jî Ereb hene.
‘Armanc têkbirina paradîgmayê ye’
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît balkişand ser Paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û da zanîn ku êrişeke îdeolojîk a pirr alî li ser paradîgmayê heye û wiha got: Ew ne tenê li Rojava li bakurê Kurdistanê jî êrişî paradîgmaya biratîya gelan dikin. Ev êriş herî zêde li bakûrê Kurdistanê tê dîtin ku dibêjin biratiya gelan pûç bû. Netew dewlet jî bi van êrişan dixwazin nakokiyê derxin holê. Lê belê divê mirov guh nede netew dewlatan, divê em guhê xwe bidine Rojava, ka gelê Rojava çi dibêje. Ew dibêjin em naxwazin ne li gel Ereban, ne li gel Tirkan şer bikin. Em dixwazin li ser axa xwe bi hemû gelên cûda re bi nasname, ziman û çanda xwe bi hev re jiyanekê ava bikin.”
‘Herî zêde divê jin li Rojava û Kobanê xwedî derbikevin’
Sayyîgît bal kişand ser helwesta hêzên hegemonîk û ev tişt anîn ziman: “Pêwistiya yekemîn ew e ku netew dewlet ji gelê Kurd re rêzê bigirin. Çima? 11 sal berê dema Kobanê bi serket tevahî cihanê piştgirî da Kobanê. 1ê Mijdarê roja cihanê ya Kobanê hat îlan kirin. A niha jî piştgirî heye lê çawa ku cihan berî 11 salan li Kobanê û Rojava xwedî derket divê îro jî bi heman awayî xwedî lê derkevin. Herî zêde divê jin li Rojava û Kobanê xwedî derbikevin. Ji ber ku Rojava bi pêşengtiya jinan ji bo cihanê jî bû mînak. Îro dema HTŞ û hişmendiya DAIŞê êrişa beden û keziya jinê dike peyamekê dide cihanê. Hemû jin, hemû azadîxwaz, aştîxwaz, saziyên ku demokrasî û mafên mirovan diparezin divê dengekî bilind derbixin. Kobanê bi hemû awaya di bin dorpêçê deye. Hemû pêwistiyên jiyanî hatine qut kirin. Bi vê di xwazin gelê Kurd qetil bikin. Divê gel hemû vê bibîne û li gorî vê hereket bike. Divê demildest ev dorpêç bê rakirin, divê bi lezgînî korîdorên mirovî bên vekirin.”

‘Kobanê ji bo Tirkiyeyê bûye kul û derd’
Sayyîgît têkildarî polîtîkayên dewleta Tirk jî diyarkir ku dewleta Tirk naxwaze gelê Kurd bibe xwedî statu û ev tişt lê zêde kir: “Dema 2014yan Kobanê neket ev ji bo dewleta Tirk bû kûl û dert. Îro careke din dixwazin heman tiştî li ser Kobanê pêk binîn. Lê em jî bawerin ku bi çalakî û xwedî derketina gel, demokrasî û aştîxwaz û azadîxwazan, çawa ku 11 sal berê li diwarê Kobanê yê berxwedanê ketin dê îro jî li diwarê Kobanê yê berxwedanê bikevin.”
‘Divê em li Rojava xwedî derkevin’
Sayyîgît behsa rola jinan a di Şoreşa Rojava de jî kir û got: “Rojava bi pêşengiya jinê, bi hişmendiya wê ya zelal hat avakirin. Li saziyan wê derê jinên wekî PYD an ENKSê nafikirin jî hene, lê di xwazin bi hev re jiyan û keda wê derê ya jinê biparezin. Tiştekî gelekî balkêş anîn ziman ku jinên Reqa û Tebqayê gotine; ‘dema HSD ji Reqa û Tebqayê derket me rondik dibarandin lê di hefteyekê de kirinên HTŞ û DAIŞê nîşandan ku îro di çavên me de xwîn bibare. Ewqas rewşa niha nebaş e. Rêveberiya xweser li wê derê li ser jinên Ereb jî bandoreke erênî kiriye. Lewma em dibêjin di serî de hemû sazî û rêxistinên Jinan bila li paradigmaya Rojava xwedî derbikevin. Divê bi rêyên dîplomasî û çalakiyên xurt li Rojava xwedî derkevin. Heke ev paradigmaya Rojava bi ser nekeve, dê ji bo hemû jinên cîhanê pirsgirêkeke mezin derbikeve.”
‘Yek e yek e yek e Kurdistan yek e’
Sayyîgît herî dawî li ser girîngiya yekitiya neteweyî axivî û da zanîn ku ev sed sal in Kurd li ser yekitiya xwe xebat meşandine û axaftina xwe wiha qedand: “Lê heke netewdewlet îro ewqas zelal, dewlata Tirk ewqas aşkera êrişan li ser gelê Kurd û statûya wî bike, diyar e me nekariye yekitiya xwe ava bikin, yekîtiya xwe xurt bikin. Heke me kariba yekitiya xwe ava kiriba, me li hemberî hemû êrişên li ser hebûna Kurdan dengê xwe kiriba yek, îro ev êriş ewqas rehet pêknedihatin. Em îro jî derengî ne mane. Xwezî beriya van êrişan ev rihê yekitiyê derbiketa holê, weke rihê Kobanê. Di dîrokê de cara 1emîn e li her çar parçeyên Kurdistanê yek deng derdikeve û dibêjin ‘yek e yek e yek e Kurdistan yeke’, ev peyam ji netew dewlatan re jî peyameke pirr girîng e. Kurdên tevahî cihanê bertekê nîşan dide. Lê bi van hemûya girêdayî divê li ser navê 60 mîlyon Kurdan kongreyeke neteweyî bê çêkirin. Îro bingeha vê çebûye. Divê ji îro şûn ve demildest li ser vê bingehê ji bo 60 milyon Kurdan temsîliyeta wan li nava Neteweyên Yekbûyî hebe. Em 60 milyon Kurd in lê belê li ser navê me gelên din diçin diaxivin. Çima em bi xwe neçin û li ser navê xwe neaxivin. Ya din jî divê li ser pirsgirêka ku Kurd dijîn konferansek bê amadekirin.”














