Nobeda ku ji bo Rojava li qada Şêx Seîd hatiye destpêkirin di roja 3yemîn de didome.
Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê, 3 roj berê li Qada Şêx Seîd a navçeya Bajarê Nû ji bo piştgiriyê bide gelê Rojava û êrîşên HTŞê şermezar bike, dest bi çalakiya nobedê kirin. Endam û rêveberên Komeleya Hiquqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Bajarê Nu nobed dewir girtin. Beşdarên çalakiyê bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Kobanê” berzkirin.
Çalakî bi dirûşm û çepikan dawî bû.













