Hevşaredarên navçeya Milazgirê Gulistan Ozel û Ahmet Kenan Turker hatin binçavkirin.
Hevşaredarên navçeya Milazgirê ya Mûşê Gulistan Ozel û Ahmet Kenan Turker hatin binçavkirin. Li mala hevşaredaran lêgerîn hat kirin û hat zanîn ku ew birine midûriyeta polîsan a navçeyê. Hat hînbûn ku derbarê hevşaredaran de ji aliyê serdozgeriya komarê ya Milazgirê ve ji ber daliqandina pankarta bi nivîsa “Jin Jiyan Azadî” ya wêneyê “kezî” jî li ser bû, lêpirsîn hatiye vekirin.











