Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê li Strasbourgê êrîşên li ser Rojava nîqaş kir. Piştî nîqaşan, biryara 2642, bi sernavê “Krîza siyasî li seranserê Rojhilata Navîn: pêwîstiya parastina mafên mirovan û mafên hemû komên kêmneteweyan” bi piraniya dengan hate pejirandin.
Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa, di rûniştina xwe ya îro li Strasbourga Fransa de, li ser êrîşên li ser Rojava sekinî. Piştî nîqaşan, biryara 2642 (2026), bi sernavê “Krîza siyasî li seranserê Rojhilata Navîn: pêwîstiya parastina mafên mirovan û mafên hemû komên kêmneteweyan” bi piraniya dengan hate pejirandin.
‘Gefek mezin li ser mafên Kurdan hene’
Berdevkê Koma UEL ya Fransî Emmanuel Fernandes, li ser pêşnûmeya biryarê axivî û diyar kir ku di du hefteyên borî de, Rojava û projeya siyasî ya ku ew temsîl dike, rastî êrîşeke leşkerî ya bêhempa ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ya bi serokatiya Ehmed el-Şara ve hatiye. Fernandes tekez kir ku ev yek gefek cidî li ser mafên gelê Kurd û kêmneteweyên etnîkî û olî pêk tîne. Wî destnîşan kir ku rêveberiya xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê alternatîfek demokratîk û nenavendî pêşkêş dike ku rolek navendî dide jin û kêmneteweyan, û piştî ku danûstandin têk çûne, tundûtûjî zêde bûye. Fernandes diyar kir ku bajarê Kobanê di bin dorpêçê de ye, av, elektrîk û xetên ragihandinê qut bûne, û zêdetirî 250 hezar sivîl di xetereyê de ne, û daxwaza vekirina korîdorên mirovî yên lezgîn kir.
‘Divê sûcên hatine kirin bê ceza nemînin’
Endama Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Annika Strandhäll, tekez kir ku sûcên li Sûriyeyê hatine kirin divê bê ceza nemînin û diyar kir ku êrîşên li dijî civakên Durzî û Elewî bi awayekî zelal xetereya ku kêmnetewe pê re rû bi rû ne nîşan didin. Strandhäll tekez kir ku her pêvajoyek veguherîna siyasî ya potansiyel divê berfireh be û di bin çavdêriya navneteweyî de be.
Ji Koma UEL ya Qibrisê Georges Louciades, diyar kir ku pêşketinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne sedema krîzeke mirovî ya cidî, û tekez kir ku divê tu piştgiriya darayî an leşkerî ji komên cîhadîst re neyê dayîn. Louciades hişyar kir ku Kobanê careke din di bin dorpêçê de ye û êrîşên li ser binesaziya sivîl dikarin bibin sûcên şer.
Piştî axaftinan, Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê bi dengdanê biryara 2642 (2026) “Krîza siyasî li seranserê Rojhilata Navîn: pêwîstiya parastina mafên mirovan û mafên hemû komên kêmneteweyan” pejirand.
Metna biryara Konseya Ewropayê wiha ye:
-Ji dema hilweşîna rejîma Esed ve, tundûtûjiya ku li hin deverên Sûriyeyê tê dîtin, lawaziya berdewam a civakên kêmneteweyan li deverên ku kontrol lê hatiye guhertin, parastinên saziyan qels in û hesabdayîn sînordar e, nîşan dide. Meclîs ji raporên kuştinên neqanûnî û bêdadwerî yên ku sivîlên ku endamên kêmneteweyên olî û etnîkî ne, wek Xiristiyan, Elewî û Durzî hedef digirin û her weha koçberkirina bi darê zorê, tirsandin û wêrankirina mîrata çandî û olî, matmayî maye. Meclîs pêwîstiya lezgîn a parastina bi bandor a hemî beşên civaka Sûriyeyê û tevlêbûna wan a tevahî di pêvajoya veguheztina siyasî ya welêt de tekez dike.
-Geşedanên dawî li Bakur Rojhilatê Sûrî careke din lawaziya rêziknameyên ewlehî û rêveberiyê yên heyî, nemaze li deverên ku nifûsa wan Kurd e, destnîşan kir. Zêdebûna tundûtûjiyê di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de ji bo civakên Kurd pirsgirêkên mirovî û parastinê yên cidî çêkiriye û ji bo kêmneteweyên din ên etnîkî û olî yên li herêmê xetereyên zêde kiriye.
-Meclîs fikarên xwe yên li ser raporên rayedarên Kurdî tekez dike ku ji ber aloziyên leşkerî yên dawî zêdetirî 150 hezar kes ji cih û warên xwe bûne. Raportên serbestberdana girtiyên DAIŞê yên ku êrîşên bêserûber li dijî civakên Kurd pêk anîne, tirsên ji vejîna tundrewiyê, zilmê û koçberiya berfireh zêdetir kirine.
-Meclîs nîgeraniya xwe ya kur nîşan dide ku bajarê Kobanê, ku DAIŞ di sala 2015an de cara yekem lê têk çû, niha piştî 11 salan ji aliyê endamên HTŞ/DAIŞê ve di bin dorpêçê de ye; ew topên dûrmenzîl ên li ser deverên sivîl û ambargoya li ser av û elektrîkê ji bo germkirinê şermezar dike, ku dibe ku sûcên şer bin; û daxwaza vekirina tavilê ya deriyê sînor ê Murşîtpinarê di bin kontrola Tirkiyeyê de dike da ku alîkariya mirovî ya lezgîn hêsan bike û pêşî li karesatekê bigire.
-Di vê çarçoveyê de, Meclîs diyar dike ku ji bo zêdekirina hewldanên dîplomatîk ji bo bersivdayîna hewcedariyên mirovî yên li welêt, pêşîgirtina li zêdebûna aloziyên leşkerî, parastina nifûsa sivîl û pêşîgirtina li normalîzekirina tundûtûjiya li dijî kêmneteweyan, tedbîrên lezgîn hewce ne.
Her wiha di derbarê rewşa li Komara Erebî ya Sûriyeyê de, xalên jêrîn hatin destnîşankirin:
1) Nîgeraniya cidî ya derbarê ewlehiya civakên Kurd û kêmneteweyên Xiristiyan, Elewî û Durzî yên li welêt destnîşan dike;
2) Bang li welatên endam ên Konseya Ewropayê dike ku cezayên hedefgirtî li dijî kes û saziyên berpirsiyarê binpêkirinan, di nav de hesabpirsîna navneteweyî ya bilez, bifikirin;
3) Bang li pabendbûna bi peymana agirbestê, berdewamiya diyalogê û bidawîanîna tundûtûjiyê dike;
4) Pêwîstiya zêdekirina hewldanên dîplomatîk bi hevalbendan re ji bo pêşîgirtina li zêdebûna leşkerî û parastina nifûsa sivîl destnîşan dike;
5) Daxwaz dike ku gihîştina bê asteng a alîkariya mirovî hem di hundirê Sûriyeyê de û hem jî li seranserê sînoran bi awayekî têrker were garantîkirin û piştgirîkirin;
6) Piştgirîya hewildanên ji bo veguherînek siyasî ya berfireh dike ku maf û parastinê ji bo hemî civakan peyda dike û sûdê dide hemî Sûrîyeyiyan, û pêşwaziya pabendbûna Hikûmeta Sûriyeyê ya bi rêveberiya temsîlî û berfireh di lêgerîna pêşerojek ewle ji bo Sûriyeyê de dike.













