Serokkomarê Fransayê Emamanûel Macron bi telefonê bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî û serokê Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şara re axiviye û li ser pêşketinên li herêmê danûstandin kirine.
Koşka Elysee ragihand ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi telefonê bi serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri û Fermandarê Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî re li ser pêşketinên li herêmê axivî. Elysee daxuyand ku di çarçoveya hewlên navbeynkariya hefteyên dawî de hatine kirin de Macron lihevkirina agirbesta mayînde ya di navbera Hikûmeta Demkî û HSDê de pêşwazî kir. Macron destnîşan kir ku ew piştevaniya lihevkirinê dike û divê bendên lihevkirinê bi temamî werin bicihanîn.
‘Divê rêz ji mafen Kurdan re bê girtin’
Macron da zanîn ku welatê wî û hevkarên wê girîngiyê didin berdewama têkoşîna li dijî DAIŞê û wiha gotiye: “Ji ber ku ev yek li gorî berjewendiyên ewlehî yên Fransa, herêmê, Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye.” Di daxuyaniya Elysee de hat gotin ku Fransa bi hemhengiya hevkarên xwe piştgiriyê dide Sûriyeyê û gelê wê da ku Sûriye di nava aştiyê de be. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Macron ji bo Sûriye ji terorê were paqijkirin divê di serî de gelê Kurd rêz ji hemû pêkhateyan re bigirtin.













