Riha – Rojnameger Delîl Zîlan anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêkhatina peymana di navbera HSDê û hikûmeta demkî ya Şamê de bi roleke mezin rabûye û got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Rojava her tiştî kir. Piştî entegrebûna li Rojava dê Kurd xwe bi rê ve bibin. Lê dibê gelê Kurdistanê şiyar be xetere hê ranebûye.”
Piştî peymana Parîsê ya di navbera hikumeta demkî ya Şamê, Îsraîl û Tirkiyeyê li dijî herêmên Rêveberiya Xweser planeke ji holêrakirinê ket meriyetê. Di çerçoveya planê de di 6ê Çileyê de komên çekdar ên giredayî grûbên çekdar ên bi ser Hikûmeta Demkî ya Şamê bi piştgiriya Tirkiyeyê ve êriş birin ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Piştî dagirkirina her du taxan grûbên çekdar vê carê berê xwe dan herêmên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê. Rêveberiya Xweser piştî êrişên ji holêrakirinê banga seferberiyê kir û ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê dest bi berxwedanê kir.
Piştî banga Rêveberiya Xweser li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat gelê Kurd û dostên Kurdan rabûn ser pêyan. Bi hezaran kes berê xwe dan ser sînoran û sînor hilweşandin û ji Başûr û Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava bûn. Piştî berxwedana çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat hezên plana ji holêrakirinê dan meşandin neçar man ku paşve gav biavejin û di 30yê Çile de bi navbenkariya Amerîka û Fransayê peymanek hate îmzekirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ji bo bi dawîbûna şer û çareseriyeke bi diyalogê û mayînde ji bo peymanê danûstandinan kir. Di encama hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêşî li plana jiholêrakirina destkêftiyên Kurdan ên li Rojava hat hat girtin.
Li çarçoveya peymanê de du heyetên “leşkerî” yên hikûmeta Şamê ango HTŞê derbasî Kobanê û Hesekê bûn. Li Kobanê 3 bendên hevpar ango noqteyên kontrolê ku 30 kîlometre dûrî navenda Kobanê ne hatin danîn û hêzên asayişa Rêveberiya Xweser û hezên ewlehiyê ya giredayî Şamê li wir hatin bicihkirin. Piştî van gavan ji bo pêkanîna entegrasyona hêzên lêşkerî, rêveberî û sazî û dezgehan jî dê gav bên avêtin. Li gorî peymanê xweseriya herêmên Kurdan dê bê parastin û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di nava artêşa Sûriyeyê de dê herêmên Kurdan biparêze. Piştî ku peyman baş were rûniştandin dê di rojên pêş de rewşa herêmê bêtir şênber bibe.
Rojnameger Delîl Zîlan ku li Rojava rojnamegeriyê dike û geşedanan ji nêz ve dişopînê ji Ajansa Welat re axivî û peymana hatiye îmzekirin û bandora wê nirxand.
Xwestin Sykes Pîcoteke nû li Kurdan ferz bikin
Delîl Zîlan anî ziman ku piştî civîna Parîsê li dijî tevahî Kurdan dest bi planeke nû hatibû kirin û ev tişt gotin: “Planeke ku milê wê yê navneteweyî û herêmî hebû li ser Kurdan hate amadekirin. Bi vê planê xwestin Kurdan û destkêftiyên Kurdan têk bibin. Xwestin peymana Sykes Pîcotê nûjên bikin û Rojhilata Navîn jî ji nû ve dîzayn bikin. Di vê dîzaynê de jî diyare para Kurdan dê tune be. Ne tenê li dijî Kurdên Rojava bi tevahî her çar aliyên Kurdan bû. Ji ber vê yekê jî Kurdan li çar aliyên Kurdistanê û dervayî welat ev xetere dîtin û rabûn ser pêyan. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî seferberî ragihand. Bi vê yekê têkoşîn bêtir xurt bû. Bi vê têkoşînê aliyên di planê de cih digirtin neçar man ku agirbest bê ragihandin.”

‘Berxwedana çar aliyên Kurdistanê plana jiholêrakirinê têk bir’
Delîl Zîlan destnîşan kir ku berxwedana çar aliyên Kurdistanê plana li dijî Kurdan têk bir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew plan di 6ê Çileyê de dest pê kir. Beriya wê Mazlûm Ebdî û heyeta Rêveberiya Xweser jî li Şamê bi hikumeta demkî re civînek pêkanî bûn. Hevpeyman jî pêkhat û dê bi hata îmzekirin. Lê Wezîrê Karên Hundirîn Şeybanî ket hundir û li hin hezên dervê piştgirî girtibû û got nayê qebûl kirin. Ew hevpeyman têkçû û êriş destpêkirin. Li gor hevpeymana 10ê Adarê jî HSDê dê li herêmên Ereb dijîn derbiketina. Piştî êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Rêveberiya Xweser wan herêman vêkişiya. Lê êriş bi tenê wan herêman vê sînor kirî nema û xwestin êrişî Rojava jî bikin. Lê HSDê got bisekinin. Ev der Kurdistanê. Li wan herêmên em paşta kişiyan me şer nekir lê li vir em ê şer bikin. Wan jî dît ku berxwedaneke mezin li hemberî wan ê û li her derê bertekeke mezin jî heye. Kurdistan tevahî rabû ser pêyan. Ji bo wê jî peymana niha pêk hat. Lê beriya wê Colanî ji Mazlûm Ebdî re gotibû hûn ê her tiştî teslîmî me bikin û vegerin beriya salên 2011an. Mafê Kurdan dê tune be û statuya wan dê tune be. Weke teslîmiyet ferz kir. Piştî vê ferzkirina teslîmiyetê Mazlûm Ebdî û heyeta bi wî re şer ragihand. Gotin em ê li dijî vê plana jiholêrakirinê li ber xwe bidin. Piştî vê berxwedanê ew Peyman hat îmzekirin.”
‘Rêber Ocalan roleke mezin rabû’
Delîl Zîlan bi lêv kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo şerekî di navbera gelan de neqewime dewletên herêmê hişyar kiriye û rê li pêşiya qirkirina gelê Kurd girtiye û wiha got: “Rêber Abdullah Ocalan di berê de jî hem di nameyên ji Rêveberiya Xweser re şandibû û hem jî ji Mazlûm Abdî re şandibû de gotibû planek heye û divê Kurd di vê planê de hebûna xwe biparêzin. Yek jî gotibû bila pirsgirêk bi muzakereyê bên çareser kirin û şer nebe. Her wiha gotibû divê Sûriyeyeke demokratik bê ava kirin. Ew ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû netew rastî qetilkirinê neyên pergaleke demokratik ava bibe. Birêz Ocalan piştî van êrişan jî balê dikşînê ser vê yekê; Ew ne plana Colanî, ne plana dewleta Tirk û ne jî meseleya Kurdan e. Ew planeke nû ya Îsraîlê li ser herême ye. Dema Trump daxuayniyeke dide ne ji bo dîalog û muzakereyê. Bi şer çareseriya xwe digere. Gef li hemû dewletan dixwe. Rêber Ocalan jî balê dikşînê ser vê yekê. Ji bo wê jî divê Kurd hebûna xwe biparêzin. Her wiha yek jî em balê bikşînin di nava vê planê de şerekî di navbera gelan de derxistin. Ew şer dema pêk were yanî Kurd û Ereb, Kurd û Tirk bi hev re şer bikin ew şer bi dawî nabe. Tukes jî vî şerî xilas nabe. Hezên ku li ser herême planan dikin ew dê sûd bigirin. Lê gelên li ser vê axê dijîn tu sûd nagirin. Birêz Ocalan di danûstandinan de ew xeterê hem ji Rêveberiya Xweser, hem ji dewleta Tirk re û hem jî heyeta ku giredayî dewletên bi Rêber Ocalan re hevdîtinan dikin re got û ew hişyarî da. Heke em îro em qala agirbesteke dikin û pêşî girtina qetlîamê hatibe girtin ew rola Rêber Ocalan e. Rêber Ocalan bi roleke mezin rabû. Niha şûn vê jî gelê Kurd dê statuya xwe çawa mezin bike, çawa mîsoger bike giredayî têkoşînê ye. ”
‘Li Rojava Kurd dê xwe bi rê ve bibin’
Delîl Zîlan tekildarî peymanê diyar kir ku xweseriya herêmên Kurdan dê bê parastin û wiha axivî: “Di nava peymanê de jî li gor xalan hinek saziyan rêveberiya Rojava û hikumeta Şamê bi hev re bide meşandin. Weke mînak cihên petrol, balafirgeh, xetên sînor, daireyên nufûs weke hevpar dê kar bibe. Yek jî mijara HSDê girîng bû. Taybet dewleta Tirk herî zêde zext dikir ku HSDê xwe fesîh bike û belav bike. Ew nehat kirin. HSDê dê weke xwe bimînê û herêmên xwe biparêze. Hezên asayişê dê weke xwe bibin û entegreyî wezareta parastinê ya Şamê bibe. Lê dê herêmên xwe biparêzin. Aliyê Rêveberiyê jî Kurd dê diyar bikin. Saziyên Rêveberiya Xweser jî dê weke xwe bimînin û heman awayî kar bikin. Lê wê navê Rêveberiya Xweser biguhere. Sazî dê entegere bibin. Mijara aborî, perwerde, parastin û bi giştî dê giredayî qanûnên nû bên çêkirin, li ser vê esasê bên çêkirin. Li Şamê jî hikûmetek were avakirin Kurd dê di nava wê hikûmetê de jî cih bigirin. Cîgirê Wezîrê Karên Dervê dê Kurd be. Cîgirê Wezîrê Berevaniyê dê Kurd be. Di saziyên Şamê de jî yan serok an jî wezîr dê Kurd bin. Ya girîng li Rojava Kurd dê xwe bi rê ve bibin û hezên HTŞê dê nekevin hûndirê Şamê. Kurd jî dê entegreyî Şamê bibin.”
Nevaroka peymanê
Delîl Zîlan bi lêv kir ku dûh bi hatina şandeyên hikumeta demkî re li Hesekê û Kobanê mijarên entegrasyonê hatine nîqaşkirin û wiha qala nevaroka peymanê kir: “Heyetek wan derdorê 12 wesayit hatin Hesekê û hevdîtin pêkanîn. Îro jî li Hesekê û Kobanê mijarên entegrasyonê hatin nîqaş kirin. Ew weke formalîteyê. Ew hez li wir namînin. Lê hezên asayîşê jî dê navê xwe biguherînê û entegre bibee. Lê 2 xalên destpêke pêknehatinê. Yek hezên HTŞê ku li Hesekê dimînin vêkişin Şedadê kom bibin. Hezên HSDê jî vêkişin baregehên derdorê Hesekê. Di navberê de Hidudek bê ava kirin û li wir kom bibin. Lê niha hezên HTŞê jî hezên HSDê jî di çeperan de pozisyona xwe ya berê dipaarêzin. Êrişek an jî pêvçûnek tune ye lê hê jî di cihê xwe de ne. Yek jî mijara Kobanê. Divê ew dorpeç rabûna û gelê Kobanê û herêma Cizîrê bi rihetî hev bibinin. Lê heke provakasyoneke bi cîddî dernekeve di rojên pêş de ew pirsgirêk jî dê derbas bibin. Xalek din jî li gor peymanê divê koçberên Efrîn û Serêkaniyê jî derbasî cih û warên xwe bibin. Yanî divê dewleta Tirk yek ser li Efrînê derbikeve û hikumeta Şamê û rêyedarên Rojava li wir asayîşeke hevpar ava bikin. Yanî pergala li Qamişlo û Kobanê çibe li Efrînê jî bibe. Heman tişt ji bo Serêkanî jî derbasdar e. Lê hê ew jî pêknehatiyê. Heke li gor peymanê biçin di rojên pêş de ew jî dê were çareser kirin.”
‘Kîjan alî li gorî peymanê tevnegere garantor dê mudaxile bikin’
Delîl Zîlan destnîşan kir ku li Rojava baweriya gel bi hikûmeta Şamê nayê û wiha axivî: “Li Rojava kes baweriya xwe bi van hêzan nayine. Lê taybetmendiya vê peymanê Amerîka şahidiyê dike û û dê bişopîne. Yanî kîjan alî li gorî peymanê tevnegere dê hêzên garantor mudaxile bikin. Ji aliyê siyasî ve jî Fransa jî garantor e. Di nava sê çar rojan de Serokkomarê Fransayê heft heyşt car li Mazlûm Ebdî geriya. Ya sêyemîn jî dewleta Tirk e. Dewleta Tirk jî di nava vê peymanê de ye û hinek dewlet jî çavderiyê dikin. Heke kîjan alî li gor vê peymanê tevnegerê ew hêzên şahid dê mudaxile bikin. Her du hêz heta dûh şer dikirin. Lê bi agirbestê qad hatin diyarkirin. Hêzên HTŞê wê li aliyekî û hêzên HSDê jî wê li aliyekî bin. Ew peyman dema bû qanûn, HSD dê herêmê xwe biparêze û di heman demê de jî entegreyî Şamê bibe. Yanî ne ku dê di nav wan de bihele. Wek xwe dê entegre bibe. Lê bêguman xetereyên wê hene. Îhtîmala provakasyon vî karî xera bikin hene, ev peyman pêk neyê an jî agirbest pêk neyê jî heye. Di rojên pêş de dê hê zelaltir bibe.”
Polîtikayên Tirkiyeyê yên li dijî destkêftiyên Kurdan
Delîl Zîlan derbarê rola Tirkiye di hevdîtinan de û polîtikayê wê ya li dijî destkêftiyên Kurdan de jî ev yek anî ziman: “Politikaya Tirkiyeyê ya bila Kurd nebin xwedî destkêftî neguherî ye. Lê li aliyê berjewendiyên wan ve guherandin heye. Lê guherandineke ne berbiçav e. Niha li herêmê dîzaynek tê kirin. Pêşengiya wê jî Îsraîl dike. Dewleta Tirk dixwest li Sûriyeyê serwer bibe lê niha Îsraîl serwer e. Tirkiye jî dît ew zêde ne li gorî berjewendiyên wan in. Ji bo polîtikayên bila Kurd tune bibin û tu destkêftiyên wan nemîne piştgiriya hêzên cîhadîst jî kirin. Dijmintiyeke ewqas zêde kirin. Lê di konjektora heyî de dîtin ku ew ne li gorî berjewendiyên wan e. Yanî heke bi giştî Colanî ango HTŞ serwerî herêmê bibe ew tê wê wateyê ku Îsraîl dê li herêmê serwer be. Li vir xwestin Kurdan bêstatu bihêlin û qir bikin. Lê Kurdan bi berxwedanê axa xwe parastin. Lê niha li Rojhilatê Kurdistanê dijminatiyeke mezin ji bo Kurd nebin xwedî destkeftî li pêş dixin. Derdê dewleta Tirk ne tenê Rojava ye bi giştî Kurdistan e. Ew xetere ji bo Başûrê Kurdistanê jî heye. Niha hêzên Colanî ango HTŞê ji bo êrişî Haşdî Şabî bikin amade dikin. Mudaxileyek dê li Iraqê çêbibe. Di nava vê planê de Başûrê Kurdistanê jî di xeterê de ye. Kurd bi avakirina yekîtiyê dikarin vê planê pûç bikin.”












