Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajêr a Amedê, têkildarî kampanyaya alîkariyê ya ku ji bo piştgiriya bi Kobanê re daye destpêkirin, li ÇandAmedê daxuyanî da çapemeniyê. Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajêr a Amedê ev tişt gotin: “Ji ber ku derî nehatin vekirin alikariyên me negihiştin Kobanê, me duh ên xwe yê alikariyê vegerandin Amedê”
Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajêr a Amedê, têkildarî kampanyaya alîkariyê ya ku ji piştgiriya bi Kobanê re daye destpêkirin, li ÇandAmedê ya girêdayî navçeya Bajarê Nû ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajêr a Amedê, hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn û Serra Bûcak, hevşaredarên navçeyên Amedê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Piştre daxuyaniya bi tirkî Hevberdevkê Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajêr a Amedê Serdar Keskîn xwend, daxuyaniya bi Kurmancî Hevberdevka Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajêr a Amedê Zeynep Sîpçîk xwend.
‘Divê demildest Korîdora Mirovî were vekirin’
Zeynep Sîpçîk anî ziman wek Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê, li hemberî krîza mirovî ya ku li Kobanê kûr dibe bêdeng nemînin, kampanyaya xwe ya alîkariya mirovî ya lezgîn dabû destpêkirin û axaftina xwe de ev tişt gotin: “Bi piştgirî û hevkariya xurt a gelê me, civaka sivîl û saziyan, di demeke pir kin de toreke fireh a alîkariyê ku ji av, şîr, xwarina zarokan, betanî û xwarinên bingehîn pêk tê, hat avakirin. Tenê du roj piştî destpêkirina kampanyaya me, 25 TIRên ku ji alîkariyên komkirî pêk dihatin, ji bo ku rasterast bigihêjin gelê Kobanê, ji Amedê bi rê ketin. Ev rêxistinkirina bilez bi awayekî zelal nîşan dide ku civak li hemberî vê drama mirovî çiqasî hestiyar û biryardar e. Kampanyaya me îro jî bi zêdebûnê berdewam dike. Lê belê, me dît ku ji roja yekem ve, li şûna ku alîkarî rasterast bigihêjin Kobanê, rêya Kilîsê û Deriyê Sînor ê Çobanbeyê li ser me hat ferzkirin. Ev xet hem dûr e û hem jî ji bo ewlehiyê xetereyên cidî dihewîne; ev yek jî dibe sedema nediyariyeke mezin ku gelo alîkarî dê bigihêjin kesên hewcedar yan na? Ji ber vê yekê, me qebûl nekir ku alîkariya mirovî ber bi rêyên nerasterast û neewle ve bê arastekirin û me duh TIRên xwe vegerandin Amedê.”
‘Korîdorên mirovî, bi wijdanê civakê tên vekirin’
Zeynep Sîpçîk destnişan kir ku di vê pêvajoyê de, piştî ku derbasbûna alîkariyan a ji xeta Pirsûsê hat astengkirin, li tesîseke nêzîk li bendê ma û pêvajoyeke piştevaniya sivîl a aştiyane meşand; bi armanca ku hem hevdîtinên dîplomatîk bi encam bibin û hem jî dengê raya giştî bilind bibe û wiha pê de çû: “Ji bo balê bikişînin ser krîza mirovî ya li Kobanê û ji bo misogerkirina gihandina rasterast a alîkariyan, bi biryara hevpar a civaka sivîl me TIRên xwe derxistin qadê û raya giştî ya aştiyane ava kir. Em dizanin ku korîdorên mirovî ne li ser masê, bi wijdanê bilind ê civakê tên vekirin. Dema destûr nehat dayîn ku TIRên me bikevin Pirsûsê, me li tesîseke nêzîk bêîtaatiya sivîl a aştiyane hişmendiyek ava kir û vê sekna me di nava civakê de dengvedanek xurt dît. Hevdem bi vê zexta civakî re, xebatên me yên dîplomasiyê jî bê navber berdewam dikin. Bi saziyên têkildar re, bi taybetî bi Serokatiya Rêveberiya Afet û Rewşên Lezgîn (AFAD) re hevdîtin tên kirin. Em bang li hemû aktorên siyasî dikin, bi taybetî li hikûmet û partiyên hevkarên wê yên ku derbarê pirsê Kurd de gotinên aştiyane tînin ziman; bila vê nêzîktêdayîna xwe bi gavên konkret û li ser bingeha berpirsiyariya mirovî xurt bikin.”
‘Bêdengî, hevparbûna mezinbûna vê krîzê ye’
Zeynep Sîpçîk diyar kir ku bangeke wan ya eşkere ji bo civaka navneteweyî û di qada navneteweyî de ji bo Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) heye û wiha bi lêv kir: “Krîza mirovî ya li Kobanê êdî ji pirsgirêkek herêmî derketiye û veguheriye karesateke ku mafê jiyanê yê bingehîn dixe bin metirsiyê. Divê ji bo vekirina korîdora mirovî ya ewle bi lezgînî însiyatîf bê girtin; berpirsiyariya dîplomatîk û hiqûqî ya ku dê gihandina alîkariyan a rasterast û bêasteng misoger bike, pêk bê. Bêdengî, hevparbûna mezinbûna vê krîzê ye. Alîkariya mirovî divê ne bi rêyên nerasterast, neewle û nediyar; divê rasterast, bêyî derengketin û bi awayekî ewle bigihêje Kobanê. Rêya vê yekê jî di vekirina Deriyê Sînor ê Mûrşîtpinarê re derbas dibe.”
‘Dora vê daxwaz mirovî bibin yek’
Zeynep Sîpçîk di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku di dîrokê de tu korîdorên mirovî bi serê xwe nehatine vekirin, hemû bi zexta civakê, bi piştevanî û bi dengê bilind ê wijdanê hatine vekirin û wiha axaftina xwe dawî kir: “Hewldana me ne ew e ku em derî bi zorê vekin; hewldana me ew e ku em vekirina derî bikin neçariyeke exlaqî û civakî. Kampanyaya me ya alîkariya mirovî dê heta dorpêç bi dawî bibe û Deriyê Murşîtpinarê vebe, bi biryardarî berdewam bike. Em bang li raya giştî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û hemû beşên xwedî wijdan dikin ku li dora vê daxwaza mirovî bibin yek.
Ev têkoşîn ne tenê xebateke alîkariyê ye; parastina rûmeta mirovahiyê ye.”














