• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Îsraîlê ji Fransayê stendina çekan sekinand

    Îsraîlê ji Fransayê stendina çekan sekinand

    Parêzgarê Hesekê bi rayedarên hikumetê demkî re hevdîtin pêk anî

    Parêzgarê Hesekê bi rayedarên hikumetê demkî re hevdîtin pêk anî

    Xelatên Rojnamegeriyê yên 29emîn ên Metîn Goktepe diyar bûn

    Xelatên Rojnamegeriyê yên 29emîn ên Metîn Goktepe diyar bûn

    Zarokan tov û ax kirin ‘girêka axê’

    Zarokan tov û ax kirin ‘girêka axê’

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê hate binçavkirin

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê hate binçavkirin

    Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Abdullah Ocalan berî peymana HSD-Şamê ji hemû aliyan re peyam şand

Navenda Nûçeyan /AW

5 SIBAT 2026 - 17:41
Kategorî: MANŞET
A A
Hat hînbûn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di rojên krîtîk de dema şerê li Rojava giran bûbû ketiye dewrê, peyamên girîng û hişyarî ji HSDê re, ji dewletê re û ji siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê re şandine.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), peymana ku bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re çêkiribû di 30ê Çileyê de bi raya giştî re parve kir. Piştî peymanê agirbest hat ragihandin û tevger li qadê jî zêde bû. Şandeyên girêdayî Şamê hem çûn Kobanê, hem jî çûn Hesekê û Qamişloyê. HSDê ji bo Walîtiya Hesekê Nureddîn Îsa Ahmed diyar kir. Xebatên entegrasyonê jî berdewam dikin.

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mithat Sancar û Pervîn Buldan, Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan daxuyandin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêkanîna vê peymanê de roleke mezin lîstiye.

Abdullah Ocalan hişyarî dan?

Ajansa Mezopotamyayê (MA) ser barê mijarê de bi çavkaniyên siyasî yên ku pêvajoya ragihandinê ya li Girava Îmraliyê dizanin re, axivî. Agahiyên ku DEM Partiyan parve kiribûn hatin piştrastkirin û hat zanîn ku Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de hewldanekî mezin daye.

Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin; Ocalan di pêvajoya şer de hem ji HSDê re, hem ji aktorên siyasî yên Kurd ên li Herêma Federe ya Kurdistanê, hem jî ji DEM Partî û rayedarên dewletê re peyam şandiye.

Abdullah Ocalan, piştî destpêkirina êrişên li ser Helebê hişyarî da ku heke pirsgirêk neyê çareserkirin û êriş berdewam bikin, dibe ku tabloyeke pir bixwîn derkeve holê. Wî diyar kir ku ev pêvajo xwedî dînamîkekî xeternak e ku dikare sedsala li pêşiya me veguherîne şerekî Kurd-Tirk û Ereban.

Abdullah Ocalan peyam da HSDê ku ev rewş tenê bi rêya muzakere û diyalogê dikare were sekinandin. Herwiha hat zanîn ku wî peyam şandiye ku heke rêveberiya Şamê berê xwe bide demokrasiyê, hebûna Kurdan bi aşkerayî qebûl bike û mafê temsîliyeta siyasî ya Kurdan nas bike, HSD jî dikare bikeve “pêvajoyeke muzakereyê ya demokratîk”.

Peyama ji bo hemû aliyan

Hat diyarkirin ku Abdullah Ocalan ne tenê ji HSDê re, lê ji hêzên siyasî yên Kurd (KCK, siyasetmedarên Herêma Federe ya Kurdistanê, DEM Partî…) re jî peyam şandiye. Di peyaman de hişyarî daye ku xeter pir mezin e, ji ber vê xwestiye ku li ser bingeha yekitiya demokratîk xwedî li Rojava derkevin.

Peyama ji dewletê re şand…

Herwiha Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de hişyarî dayê, dewlet û desthilatdarî ye. Li gorî çavkaniyan; Abdullah Ocalan ji dewlet û desthilatdariyê re peyama “Nebin parçeyekî plana ku tasfiyekirina Kurdan armanc dike” şand. Wî hişyarî da ku beşdarbûna di êrişan de dê bibe sedema şikestinên mezin û encamên giran û neyînî. Ji dewlet/desthilatdariyê re peyama “roleke pozîtîf bilîzin” şandiye.

Peyman bi îradeya Abdullah Ocalan pêk hat

Peymana ku di 30ê Çileyê de hat aşkerakirin, bi piştgirî û îradeya tam a Abdullah Ocalan ket meriyetê. Hat zanîn ku Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî û Serokê YNKê Bafil Talabanî jî di vê pêvajoyê de rolekî girîng lîstine. Her du serkirdeyan jî di mijara pêkanîna peymanê de alî teşwîq kirin.

Etîket: Abdullah OcalanBaşûrdewletHSDpeyam
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tulay Hatîmogullari: Êdî divê azadiya birêz Ocalan pêk were

Tulay Hatîmogullari: Êdî divê azadiya birêz Ocalan pêk were

31 ADAR 2026
Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

31 ADAR 2026
Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

31 ADAR 2026
Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

30 ADAR 2026
CPT: Di êrîşên ser Başûr de heta niha 14 kes jiyana xwe ji dest dane

CPT: Di êrîşên ser Başûr de heta niha 14 kes jiyana xwe ji dest dane

29 ADAR 2026
Şahidê Serhildana 28ê Adarê Adnan Bîlen: Çerxa desthilatdaran hat şikandin

Şahidê Serhildana 28ê Adarê Adnan Bîlen: Çerxa desthilatdaran hat şikandin

28 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Divê Kurd di bin Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de bibin yek’

    ‘Divê Kurd di bin Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de bibin yek’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bawerîya me ji pevajoyê nemaye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îrfan Geylanî: PJAK hêrseke berhevkirî û daxwazeke dîrokî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1144)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne