Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, di 7emîn kongreya DBPê de axivî û diyar kir ku roja roja berxwedan, xwebirêxistinkirin û çalakiyan e.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), 7emîn Kongreya Asayî li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya li Enqenreyê li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di kongreyê de axivî û got: “Divê her bajarê Kurdistanê rêxistiniya xwe mezintir bike. Rêya me dirêj e. Heta ku em aştiyê pêk tînin dê têkoşîna me bidome. Em ê ji vir û şûnde nîqaşa ‘Em ê Rêberê Gelê Kurd çawa rizgar bikin’ bimeşînin. Berxwedan, têkoşîn û azadî berpirsyartiya me ye. Roj roja xwebirêxistinkirin, berxwedan û çalakiyan e.”
‘Abdullah Ocalan dibêje civakê kom bikin’
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî bal kişand ser hevdîtinên Şandeya Îmraliyê û wiha got: “Şandeya çûyî Îmraliyê û birêz Ocalan bangawaziyên pir girîng kirin. Divê kesek guhên xwe li van bangawaziyan negire. Partiyên hatine ziyaretkirin, divê bangî hilbijêrên xwe bikin. Divê ev pêvajo ber bi qebûlkirina daxwazên rewa yên gelê Kurd ve biçe. Li cihekî çareserî ewqas xwe dide ferzkirin de hewceye her kes berpirsyartiyê li xwe bigire. Em bi hev re biaxivin bê sedsala duyemîn dê li ser çi were avakirin. Di vê serdemê de divê kes berê gelan nede hev, divê em li hev bicivînin. Lê nabe ku Rojava weke hêmaya gefê were bikaranîn. Pêdiviya me bi rêyekê heye. Gava ewil a vê jî hatine cem hev e. Rejîma qeyûm, dewlet veguherand dewleta qeyûm. Heta li ser keda me jî bi polîtîkayên şer qeyûm hate tayînkirin. Ev pereyên ji berîka me tên derxistin dê ji bo ku derê bên xerckirin? Dê ji bo Rojava an Rojhilata Navîn bên xerckirin? Berê me jî li azadiyan, li aştiyê ye. Ne gotinên berê gel didin hev, divê gotinên mîna birêz Ocalan ên gelan lihev dicivîne bên kirin. Di serdema nû de li Kurdistan û Tirkiyeyê divê her kesên dibin dengê pêkvejiyanê bi destên hev bigirin û em ê banga vê bikin.”