Li gundewarê rojavayê bajarê Siwêdayê di navbera Parêzvanên Niştimanî yên Durziyan û komên Hikumeta Demkî de pevçûn rû da.
Komên girêdayî Hikûmeta Demkî piştî êrişên li hemberî Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê niha cardin êrişî Durziyan dikin. Li gorî nûçeya ANHAyê hêzên Hikumet Demkî a Sûriyê agirbesta li Siwêdayê binpê kirin û di encamê de li gundewarê rojavayê bajarê Siwêdayê di navbera Parêzvanên Niştimanî yên Durziyan û Hêzên Hikumetê de pevçûn rû da. Li gorî agahiyan hêzên hikumetê ber bi bajarokên Etîl û Selîm ên rojavayê Siwêdayê ve pêş ketin, di encamê de di navbera Parêzvanên Niştimanî bersiv dan û peçûnan rû da.













