Di peymana ku di navbera HSDê û Hikumeta Demki ya Sûriyeyê hate îmzekirin de xaleke herî girîng jî bi dawîkirina dagirkeriya li bajarên Kurdan yên weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bû. Di gel demeke dirêj di ser de derbas bûye jî dewleta Tirk hê jî ev herêm vala nekirine da ku niştecihên van bajaran vegerin warê xwe. Her çiqas ev yek weke israra berdewamkirina dagirkirina van bajaran bê dîtin jî Serêkaniyê li benda şêniyên xwe ye. Ligel hemû êriş û komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê jî gelê Kurd li dijî guherîna demografîk têkoşiya û niha li gorî peymanê divê vegere warên xwe. Her wiha ne tenê Kurdên di deh salên dawiyê de koçbûyîn, dê Kurdên di nav sed sala dawiyê de ji ax û mala xwe hatine dûrxistin jî bikaribin vegerin.
Li Sûriyeyê di 29ê Çileyê de peymanek di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikumeta Demkî ya Şamê de hate îmzekirin. Gelek xalên girîng ji bo çareseriyê di vê peymanê de hene. Yek ji xalên girîng ku weke xala 14mîn di peymanê de cîh girtibû, behsa bidawîkirina dagirkeriya li hin herêmên Kurdan û vegera welatiyan dikir. Yek ji van herêman jî Serêkaniyê ye. Di beşa duyem ya vê rêzedosyayê de em ê li ser dîrok û demografiya herêma Serêkaniyê bisekinin. Serêkaniyê bi çi awayê hatiye dagirkirin û çi hatiye jiyîn, walatiyên koçber bûne rewşa wan çiye bi berfirehî bi we re parve bikin.
Serêkaniyê: Bingeha şoreşa Rojava
Serêkaniyê, ne tenê bajarekî li sînor e, her wiha navendeke stratejîk û dîrokî bû ku di şertên şerê Sûriyeyê de bû qada pevçûnên giran, êrîşên berdewam û di dawiyê de dagirkeriya dewleta Tirk ya sala 2019’an. Navê bajêr yê Kurdî Serêkaniyê, ji “serê kanî” tê; wateya wê çavkaniya avê ye. Ev nav bi rastî rewşa xwezayî ya herêmê jî diyar dike. Bajêr li bakurê herêma Hesekê, rasterast li ser sînorê Bakurê Kurdistanê cîranê Serêkaniya Rihayê ye. Ev bajar di dîrokê de wekî deriyek bazirganî, çavkaniyek avê û navendek cotkariyê dihat zanîn. Serêkaniyê di serdemên Asûrî, Romayî û Bizansî de jî cihê niştecihbûna mirovan bû. Di serdema Osmaniyan û paşê di dewleta Sûriyeyê de, bajar li gor şertên siyasî ya navçeyê hate rêvebirin, lê her tim civakek pir reng li vir jiyan kir.
Piraniya bajar ji Kurdan pêk tê
Berî 2011an, nifûsa bajarê Serêkaniyê bi giştî di navbera 30 hezar û 40 hezar kesan de tê hesibandin. Bi tevî gundewarên xwe derdora 50-60 hezarî mirov dikare qebûl bike. Pêkhatina civakî ya herêmê bi awayekî giştî piranî Kurd in. Kurd weke niştecihên bingehîn û dîrokî tên zanîn. Her wiha Ereb jî li vê herêmê hene, bi taybet li bajarok û gundên derdorê. Bi hejmareke biçûk Asûrî-Suryanî jî li vê herêmê dijiyan. Her çend di çarçoveya, “Kembera Ereb” ya rejîma Baasê de hatibû xwestin demografiya herêmê bê guhertin jî ev pêkhateya vê serdemê, Serêkaniyê kiribû nimûneyeke jiyana hevbeş û aştiyê.
Yek ji bajarên Rêveberiya Xweser
Di sala 2012an de, piştî vekişîna hêzên rejîma Esedê, Serêkaniyê ket bin kontrola hêzên YPG/YPJ û bû beşek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojavayê Sûriyeyê. Di vê demê de li bajêr Meclîsên herêmî hatin damezrandin, hêzên parastina civakî çêbûn, hevjiyana neteweyî û olî bi şertên fermî hate pejirandin.
Serêkaniyê her tim hedefa êrişan bû
Lê wê demê ji aliyê ewlehiyê ve fikaran berdewam dikir. Serêkaniyê gelek caran rastî êrişên komên çete yên cîhadîst hat ku bi awayekî rasterast ji Tirkiyeyê alîkarî digirtin. Bajêr gelek caran dest guherî û sivîlan zirarên mezin dîtin. Serêkaniyê cara yekem piştî ragihandina şoreşê bi demeke kurt, ango di dawiya 2012an de rastî êrişê hat. Dewleta Tirk di sînorê xwe re komên çeteyan derbasî bajarê Serêkaniyê kirin û êrişeke giran li ser bajêr hat kirin. Di navbera çeteyên El Nûsra û hêzên parastina bajêr de şerekî dijwar derket. Çete ketin heta nava bajêr. Piştî çend rojan, di encama berxwedaneke bêhempa de çete ji bajêr hatin derxistin. Di vê heyamê de Serêkaniyê car caran rastî êrişên bi vî rengî hat lê êrişkariya herî mezin di sala 2019an de êrişa dagirkirinê bû.
Hêzên Amerîkayê vekişiyan, êrişan destpêkir
Di 9ê Cotmeha 2019an de, hemwextî salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de artêşa Tirk êrişî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî kir. Navê vê êrişa berfireh jî kiribûn “Barış Pinari.” Weke ku xuyadike ev êriş, bi nêzîkatiyeke şoven û wek peyam navê xwe ji bajarê Serêkaniyê digire. Hêjayî gotinyê ku piştî hêzên Amerîkayê vekişiyan baregehên xwe êriş pêk hatin.
Sivîl bûn hedefa balefiran
Li dijî hewldanên dagirkirinê ya dewleta Tirk bi pêşengtiya Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) şêniyên bajêr ketin nava berxwedanê. Şerekî giran rû da. Di şer de qetlîamen mezin li dijî sivîlan pêk hat.
Konvoya sivîlên ku xwestin derbasî Serêkaniyê bibin û piştgirî bidin berxwedanê, di 13ê Cotmeha 2019an de ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve hatin bombekirin. Di encama vê êrîşa hewayî de bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn. Di nava kesên ku hatin qetilkirin û birîndar bûn de çend rojnameger jî hebûn. Rojnameger Mihemed Hesen Reşîd jî di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Rojnamgerên din ê ku di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest da jî nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Semed Ehmed bû. Yek ji hêjayê ku di van êrîşan de hate qetilkirin jî Aqîde Elî Osman a ku wek Yadê Aqîde dihat nasîn bû. Yadê Aqîde bi destpêka Şoreşa Rojava re di rêveberiya Kongra Star de wezîfe girtibû. Paşî wek rêvebera Komîteya Lihevanînê hat hilbijartin. Ew jî tevlî gelek sivîlan bi êrîşa balefiran hat qetilkirin.
Çeteyan ku Hevrîn Xelef kuştin
Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a ku pêşî li wesayîta sivîlan digirtin, bi awayekî hovane sivîlên ku dîl dihatin girtin qetilkirin. Di nav kesên ku hatin qetilkirin de siyasetmedara Kurd û di heman demê de Hevseroka Partiya Pêşerojê ya Sûrî Hevrîn Xelef jî hebû. Siyasetmedara pêşeng Hevrîn Xelef di sala 2014’an de bû hevseroka Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî. Piştre jî derbasî qada siyasî bû û bi avabûna Partiya Pêşerojê ya Sûrî re di 18ê Adara 2018an de wek sekretera giştî ya partiyê hat hilbijartin. Hevrîn Xelef di 12ê Cotmeha 2019an de bi awayekî hovane ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hat qetilkirin.
Demografiya herêmê hat guhertin
Di encama vê êrîşê de bajarê Serêkaniyê bi temamî ket bin kontrola hêzên Tirkiyeyê û komên çete. Weke me anî ziman gelek sivîl hatin kuştin an birîndar bûn. Binesaziya bajêr (av, elektrik, mal) bi giranî hate rûxandin.
Piştî dagirkirinê, Serêkaniyê bi koçkirina herî mezin a sivîlan re rû bi rû ma. Bi deh hezaran welati koçî bajarên weke Hesekê û Qamişlo kirin. Her wiha kampên ku ji bo penaberan hatibûn ava kirin jî malovanî ji koçberen Serekaniyê re kirin. Di şûna wan de malbatên çeteyên êrîşkar, şêniyên Ereb yên ji herêmên wekî El Xuta, Himûs û Dera anîbûn hatin bicîhkirin.
Rewşa Serêkaniyê da xuyakirin ku dagirkeriya Tirkiyeyê tenê leşkerî nîne, lê bi awayekî rêzkirî li ser demografî, nasname, şert û mercên jiyana sivîlan bandoreke giran kiriye. Ev bajar wekî modela herêma dagirkirî tê bikaranîn ku di wê de civata xwecihî tê dûrxistin û civata nû li gor şertên siyasî tên bicîhkirin. Di vê çarçoveyê de, Serêkaniyê ne tene bajarek e ku şer li ser rû da, lê mînaka siyaseta guhertina herêman bi hêz e.
Qanûnên navnetewî hatin binpêkirin
Raporên rêxistinên navneteweyî yên wek – Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Yekîtiya Neteweyî (OHCHR), Rêxistina Navneteweyî ya Afûyê (AI), Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW), Komîsyona Navneteweyî ya Lêkolînê li ser Sûriyeyê, Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) bi awayekî berdewam destnîşan dikin ku piştî 2019’an li Serêkaniyê koçkirina zorî ya sivîlan pêk hatiye, girtin û revandinên bêsedem berdewam bûne, şertên vegera xwediyên rastîn bi rêkûpêk hatine astengkirin, talan û desteserkirina mal û zeviyan pêkhatine. Civata xwecihî, bi taybetî Kurd û komên din yên kêmjimar ji bajêr dûr ketine. Li gor gelek raporan koçkirina Kurdan û bicîhkirina malbatên din weke veguhertina pêkhatina civakî ya herêmê bi rêkûpêk, veguheztina bajêr ji herêmek pir-reng bo herêmek di bin kontrola komên çete. Ev pêvajo bi gelemperî wekî binpêkirina qanûna navneteweyî ya mirovî tê nirxandin.
Hebûna jinê ji holê rakirin
Di dema dagirkirina Serêkaniyê de aliyê ku herî zirara mezin ji vê yekê dîtin jin bûn. Berî 2019an, ango di dema Rêveberiya Xweser a Rojava de jinan di meclîsên herêmî de cih digirt. Pergala hevserokatiyê û temsîla jinan hebû. Hêzên YPJ û saziyên civakî şertên parastina jinan dikirin. Serêkaniyê, bi vî rengî, bibû beşek ji modela civaka ku jin di navenda siyasî û civakî de cih digirin.
Piştî dagirkirinê li gorî raporên saziyên mafê mirovan ya navneteweyî jin rastî revandin, destdirêjî, tehdîd û şantajê hatin. Hinek jin bi zorê ji malên xwe derxistin an jî şertên jiyana wan têk çûn. Mekanîzmayên parastina jinan bi temamî hatin rakirin.
Kêmnetew û ol rastî tundiyeke mezin hatin
Her wiha kêmnetew û olên derveyê Îslamê jî rastî tundiyekî mezin hatin. Bi taybet civata Asûrî-Suryan ku di derdorên Serêkaniyê de bi hejmarek biçûk hebûn, di raporên saziyên navneteweyî de cih digrin. Bi taybetî tê destnîşan kirin ku piştî dagirkirinê hinek mal û cihên olî hatine talankirin û şertên ewlehiyê ji wan re nemane. Piraniya wan koçî bajarên Hesekê û Qamişlo kirin, an jî Sûriyeyê bi temamî terkkirin. Komîsyona Navneteweyî ya Lêkolînê ya li ser Sûrî destnîşan dike ku komên xwecihî yên Xirîstiyan li herêmên dagirkirî bi taybetî rastî xeteriyek mezin hatine.
Dagirkerî hêjî didome
Dema mirov bi tevahî dinirxîne Serêkaniyê ne tenê bajarek e ku di şer de hate zeftkirin, lê weke labaratuarek siyasî ye ku li wir guhertina demografik, kontrola ewlehî, zext li civata xwecihî bi hev re hatiye xebitandin. Ji ber vê yekê, rewşa Serêkaniyê divê wekî dosyeyek siyasî û mafî ya navneteweyî were nîqaşkirin, ne tenê wekî bûyerek herêmî. Lewma cîhgirtina wî di peymana 30ê Çileyê de girîng e. Lewra şêniyên Serêkaniyê ji bo birêvebirina bajarê xwe û bi cîh û warbûna xwe li herêmê weke erkeke jêneger dibînin. Her çiqas ev herêm di peymanê de weke bidawîkirina dagirkeriyê û vegera niştecîhên bajêr hatibe destnîşankirin jî, dewleta Tirk hê jî herêmê radestî welatiyan nekiriye. Ev yek jî dibe sedema fikaran.
Waliyê Hesekê dikare berpirsyaran tayîn bike
Li gorî zagona îdarî ya Sûriyê Serêkaniyê girêdayî parêzgeha Hesekê ye. Di çarçoveya qanûna îdarî ya Sûriyê wezîfedarên navçeyan ne ji aliyê hikumeta navendî ji hêla waliyê parêzgehê ve tê tayîn kirin. Niha Waliyê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed dikare wezîfedariyan ji bo Serêkaniyê bike. Niha çav li rê ye ku dewleta Tirk dagirkeriya xwe bi awî bike lê hêj jî bi hincetên cuda tevdigere û naxwaze derkeve. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî ji bo dayînkirina wezîfedarên nû yên Serêkaniyê dê walîtiya Hesekê demek kin de ji bo Serêkaniyê bikeve nav tevgerê. Ev jî tê wateya rageşiyek nû ku di encama dagirkeriya Tirkiyê de derdikeve holê. Lê gelê Kurd û îradeya siyasî ya Kurdan israre ku di demek kin de dawî li vê dagirkeriyê bê û Kurdên ev sed sale bi sedemên cihê ji warê xwe hatine dûrxistin, vegerin ser axa xwe.
Tapûyên gelek Kurdan jê hatibûn stendin
Li wekî gelek bajarên din ên Kurdan li Serêkaniyê jî di çarçoveya polîtîkayên nijadperest ên Baasê de ji bo guherandina demografîk a erdnîgariya Kurdistanê di sed salên dawiyê de axa gelek Kurdan hatibû desteserkirin û radestî kesên esil Ereb hatibû kirin. Niha jî ev rewş berdewam dike. Li gorî Peymana 29ê Çile ne tenê kesên di 10 salên dawî de hatine koçberkirin, tevahiya desteserkirinên di 100 salên dawî de dê bên îda kirin. Ev yek jî dê bi xwe re hem neheqiyek sed salî sererast bike û hem jî rastiya berxwedana bêhempa ya gelê Kurd bi hemû hêzan bide naskirin. Ango dê peyama, ‘100 sal jî di ser de derbas bibe, bi têkoşînê dê mafê xwe bigire’ bide hemû hêz û kesan.













