Şaredariya Lozan, Renens û Veveyê yên Swîsreyê ji bo destek bidin Rojava şev li darxistin. Di şevê de dahatuya hat komkirin dê bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bigihîje Rojava.
Di encama êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bi sed hezaran kes neçar ma ku malên xwe biterikînin û bên li herêma Kurdan bi cih bibin. Ji ber van krîzên mirovî, Heyva Sor a Kurdistanê li seranserê cîhanê qampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Di serî de li Bakur û Başûrê Kurdistanê, li gelek bajaran kampanyayên alîkariyê berdewam dikin.
Gelek navdar beşdarî qampanyayê bûn
Bi pêşengiya şaredariyên Lozan, Renens û Vevey, bi hevkariya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lozanê (NCDK-Lozan) û Meclîsa Jinan a Lajînê bi armanca piştgiriyê li avahiya Salle de Spectacle ya li bajarê Renensê çalakiyek hate pêk anîn. Siyasetmedar û şaredarên Swîsreyî jî beşdarî çalakiyê bûn. Hemû dahata şevê ji bo alîkariya Rojava ji Heyva Sor re hat bexşandin.
Pêwistiya koçberan bi alîkariyê heye
Hevseroka NCDK-Lozanê Aysel Argîn derbarê rewşa koçberan a li Rojava û pêşketinên dawî de agahî dan beşdaran û anî ziman ku ew ji bo piştgriya Rojavayê Kurdistanê vê çalakiyê li dardixin û hatine gel hev. Argîn wiha got: “Piştgiriya koçberên ji warê xwe dûr ketîn bi pişgiriyê heye. Ez spasiya şaredar, endamên meclîsa şaredariyê û nûnerên partiyên siyasî dikim ku keda wan di vê şevê de heye. Em hemû kesên ku piştgiriya mezin dikin silav dikin. Bijî Berxwedana Rojava.”
Alîkarî dê bigihin koçberan
Di çalakiyê de Şaredarê Renensê Jean François Clément, Endamê Partiya Karkeran a Lozanê (POP) Xavier Roth, Endama Meclîsa Şaredariya Lozanê ya POPê Sevgî Koyuncu, serokê rêxistina ciwanan a Partiya Sosyalist (SP) Julien Berthod û Namzeda Endama Meclîsa Şaredariyê ya POPê Tanya Nîhal Işik axivîn. Dahata ji xwarin û vexwarinên ku di şevê de hatin firotin dê bi riya Heyva Sor a Kurdistanê ji Rojava re bên şandin. Heyva Sor ragihand ku dê di rojên pêş de derbarê alîkariyan de daxuyaniyeke fermî bide.













