• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Alîkariya bakurê Kurdistanê gihîşt Kobanê

    Alîkariya bakurê Kurdistanê gihîşt Kobanê

    Li tesîsa parzûnkirina ava vexwarinê xebat didome

    Li tesîsa parzûnkirina ava vexwarinê xebat didome

    Ciwanan ji bo civîna xwe banga tevlibûnê kir

    Ciwanan ji bo civîna xwe banga tevlibûnê kir

    Vekişîna hêzên leşkerî temam bû: Asayişê peywir dewir girt

    Vekişîna hêzên leşkerî temam bû: Asayişê peywir dewir girt

    HATê li Hesekê şaneyek çeteyan têk bir

    HATê li Hesekê şaneyek çeteyan têk bir

    Ji TOHAVê ropora ‘Mafê Hêviyê’: Bicihanîna mafê hêviyê siberoja demokratîk e

    Ji TOHAVê ropora ‘Mafê Hêviyê’: Bicihanîna mafê hêviyê siberoja demokratîk e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Ji Parlementoya Holandayê biryara piştgiriya Rojava

Navenda Nûçeyan / AW

11 SIBAT 2026 - 17:11
Kategorî: CÎHAN, WÊNE
A A
Li Parlementoya Ewropayê pêşnûmaya ji hêla Partiya Sosyal Demokrat û Kes a Hollandayê (PvdA-GL) ve hatî dayîn, di encama dengdanê de hate qebûlkirin. Di pêşnûmayê de tê xwestin ku hemû alîkariyên ji hêla Yekîtîya Ewropayê ve ji Sûriyê tê şandin heta ku êriş radiwestin û di serî de kêmar mafên kêmaran tên qebûl kirin, bên rawestandin.

Ligel Peymana 29’ê Çileyê gef û dorpêça HTŞ-DAIŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê li ser Rojava didome. Li dijî êriş û dorpêçan Kurd û dostên wan li çar aliyên cîhanê derketin qadan û daxwaza parastina Rojava kirin. Di vê çarçoveyê de Partiya Sosyal Demokrat û Keskan a Holendayê (PvdA-GL) hefteya borî pêşnûmayek pêşkêşî Parlementoya Holandayê kiribû.

‘Bila alîkarî bên rawestandin’

Di pêşnûmayê de rewşa Sûriyê û êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê berfireh tê nirxandin û fikarên têkildarî Hikumeta Demkî ya Sûriyê tê destnîşankirin. Her wiha di pêşnûmayê de pêşniyara rawestandina alîkariyên ji bo Sûriyê tê kirin. Ligel rawestandina alîkariyên Hollandayê tê xwestin ku Hikumeta Hollandayê heman pêşniyarê bibe rojeva Yekîtiya Ewropayê û hewil bide heman biryarê ji wir jî derbixe.

Pêşnûma vegerî biryara Hikumetê

Pêşnûma di rûniştinek Parlementoya Ewropayê de hate nirxandin. Piraniya parlementeran piştgirî dan pêşnûmayê û di encama dengdanê de pêşnûma wekî biryarê hate qebûlkirin. Li gorî biryarê Wezareta Karên Derve ya Hollandayê dê ji bo mijarên di biryarê de derbas dibin bi Hikumeta Demkî ya Sûriyê re têkilî danê. Di vê çarçoveyê de dê hewil bide rewşa Kurdan û kêmarên li Sûriyê bîne rojevê û zextê li Hikumeta Şamê bike.

Pêşnûma dê pêşkêşî Parlementoya Ewropayê bê kirin

Di rojên pêş de li ser Wezareta Karên Derve ya Hollandayê heman pêşnûma dê biçe rojeva Parlementoya Ewropayê jî. Biryar dê wekî helwest û biryara Parlementoyê Hollandayê wekî pêşnûmayê pêşkêşî Parlementoya Ewropayê bê kirin. Ku pêşnûma li vir jî bê qebûl kirin dê wekî biryar bikeve meriyetê.

Etîket: HollandaKurdistanRojava
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Kongreya DYAyê: Şara şert bi cih neanîn

Kongreya DYAyê: Şara şert bi cih neanîn

11 SIBAT 2026
Iraqê ji ber gefên Fîdan bersivek tund da Tirkiyê: Sînorên xwe bizanin

Iraqê ji ber gefên Fîdan bersivek tund da Tirkiyê: Sînorên xwe bizanin

11 SIBAT 2026
Piştî serweriya ewlehiya hundir Şaredariya Şêxlerê dest bi kar kir

Piştî serweriya ewlehiya hundir Şaredariya Şêxlerê dest bi kar kir

11 SIBAT 2026
Vekişîna hêzên leşkerî temam bû: Asayişê peywir dewir girt

Vekişîna hêzên leşkerî temam bû: Asayişê peywir dewir girt

11 SIBAT 2026
HATê li Hesekê şaneyek çeteyan têk bir

HATê li Hesekê şaneyek çeteyan têk bir

11 SIBAT 2026
Rêjîma Îranê bi gef û şantajê ‘piştgiriyê’ ji gel dixwaze

Rêjîma Îranê bi gef û şantajê ‘piştgiriyê’ ji gel dixwaze

11 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (421)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne