Stenbol – Hiqûqzanên endamên TOHAVê diyar kirin ku mafê hêviyê ne tenê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, ji bo civakê jî ye û gotin: “Birêz Abdullah Ocalan çarenûsa xwe bi çarenûsa gel re girêdaye û dibêje ‘Gel çiqas azad bibe ez ê jî ewqas azad bim’. Jixwe bicihanîna mafê hêviyê dê bandorê li pêvajoyê jî bike.”
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) her çiqas “Mafê Hêviyê” ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelek girtiyên din ferz kiribe jî desthilata Tirkiyeyê heta niha ji bo bicihanîn û nasîna mafê hêviyê gavek neavêtiye. Mijara “Mafê Hêviyê” bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re hin bêtir ket rojevê û ev maf yek ji xala herî girîng a pêvajoyê tê nirxandin. Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqê (TOHAV) li ser mafê hêviyê raporek aşkere kir. Endamên TOHAVê parêzer Mustafa Eraslan û Numan Ariturk têkildarî mafê hêviyê ji ajansa me re axivîn.

‘Divê Tirkiye li gorî bîryara DMME tevbigerê’
Mustafa Eraslan diyar kir ku rapora TOHAVê li ser mafê hêviyê hatiye amadekirin û têkildarî mijarê wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan di sala 1999an de ji aliyê hêzên komploger ve radestî Tirkiyeyê hate kirin. Vê demê darvekirin di zagona Tirkiyeyê de hebû lê nekarîn pêk bînin. Di sala 2002an de zagon hat guherandin û darvekirin li Tirkiyeyê rabû. Li şûna vê jî cezayê girtîgehê yê heta dawiya emir anîn. Ji ber kîna li hember birêz Abdullah Ocalan a dewletê mafê gelek kesan din jî ji ber vê biryarê şewitî. Dewlet bi vê biryarê got ku ‘Me darvekirin rakir lê hûn ê heta dawiyê di girtîgehê de bimînin.’ DMME jî dibêje kesek ji çi ceza girtibê jî divê hêviya derketina wî hebê. Biryara DMME bi vî rengî ye. Dewleta Tirkiye pêwîst e li gorî peymana DMME ya xala 90 û ya 2yan tevbigere. Xala 2yan dibêje ku divê bingehê zagonan li ser mafê mirovan be. Lê dewleta Tirkiyeyê van gavên biçûk jî ji bo bazarê bike bi kar tîne.”
‘Mafê hêviyê ji bo civakê ye’
Di berdewama axaftina xwe de Mustafa Eraslan bi bîr xist ku îro li Meclîsê komîsyonek hatiye avakirin û ev tişt anî ziman: “Ne hewce ye ku li Meclisê li ser mafê hêviyê axaftin çêbibe. Jixwe biryara DMME pêk were mafê hêviyê jî di nav wan de dê pêk were. Lê îro em dibînin ku kesên cezayê xwe xilas kirine jî bi gelek hincetên cuda nayên berdan. Heke bixwazin mafê hêviyê pêk were divê di serî de mekanîzmayeke heqane be avakirin. Mafê hêviyê ne tenê ji bo birêz Abdullah Ocalan e, ji bo civakê jî ye. Birêz Abdullah Ocalan îro projeyekê bi rê ve dibe, rolekî vî heye ji bona wê divê demildest bigihije gelê xwe.”
‘Divê paqijiya were kirin’
Mustafa Erslan anî ziman ku ji bo pêvajo pêş bikevê hin tişt nehatin pêkanîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hesp danînin li pêşiya erebê. Divê paqijiya rê pêk were. Di nava vê de guhertina TMK, Zagona înfazê, derxistina zagonên nû heye. Lê wisa jî ev pirsgirêk çareser nabe. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka nasname, ziman, perwerde û xwe bi rêvebirine. Îro nêzî 60 milyon Kurd dê çawa li Rojhilata Navîn bêstatu bijî? Ez çûme li gel birêz Abdullah Ocalan. Birêz Abdullah Ocalan nabêje ez ê derkevim. Birêz Abdullah Ocalan çarenûsa xwe bi çarenûsa gel ve girê daye û dibêje ‘Gel çiqas azad be ez ê jî ewqas azad im.”

‘Pêkanîna mafê hêviyê de bandorê jî bide pêvajoyê’
Parêzer Numan Ariturk jî anî ziman ku her cureyên hefskirine têkiliya kesan bi civakê re qut dike û ev tişt got: “Mafê hêviyê ji aliyê dewletan ve nayê nasîn. Pirsgirêk ji li vir derdikevê holê. Mafê hêviyê wekî mafên bingehîn nayên naskirin. Divê mekanîzmayek were avakirin. Ev kesên ku cezaya muebeta giran li wan hatiye birîn divê, piştî 25 salan rewşa wî kesî berçav were derbaskirin û ihtîmala azadbûna wî were pêkanîn. Nasnekirina mafê hêviyê, hêviyên civakê jî ji holê radike. Divê pêşeroja kesen ku cezayê muebetê li wan hatiye birîn jî hebe. Pêkanîna mafê hêviyê de bandor li pêvajoyê jî bike. Ji bo aştiyê divê hêviya gelan jî hebe.”












