Bi êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê re têkoşîna gelê Kurd cardin bû rojeva tevahiya cîhanê. Di nav meha dawiyê de têkoşîna gelê Kurd li aliyekê bû rojeva bi dehan bername, dahurandin, nûçe û gotarên rojnameyên sereke yên navneteweyî û li aliyê din jî hate rojeva parlamentoyên gelek welatên cîhanê. Bi xebatên dîplomasiya Kurd û piştgiriya dostên Kurdan ên li deverên cîhanê yên cur bi cur êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê li Kongreya DYAyê, Parlementoya Hollandayê, Parlementoya Ewropayê, li Parlementoya Portekîzê, li Neteweyên Yekbûyî û gelek mekanîzmayên din ên siyasî, civînên pir alî yên navneteweyî pêşnûmayên ji bo Rojava hatin pêşkêşkirin, rûniştin hatin li darxistin û biryarên piştgiriya gelê Kurd û Rojavayê Kurdistanê dikin hatin derxistin. Kar û xebatên li dora Rojavayê Kurdistanê derketine holê wekî encamek girîng a dîplomasî û têkoşîna gelê Kurd bandorek diyarker li ser siyaseta navneteweyî dike.
Êrişên di encama Peymana Parîsê ku di 6ê Çile de wekî komployek navneteweyî li dijî gelê Kurd pêk hat, di demek kin de bû rojeva sereke ya cîhanê. Ji roja êrişan destpêkir heta niha li ser têkoşîna gelê Kurd û Kurdistanê bi dehan bername, dahurandin, nûçe û gotarên weşanên sereke yên navneteweyî. Li sedan navendên cîhanê bi milyonan Kurd û dostên Kurdan daketin qadan û têkoşînek mezin meşandin. Aliyek vê têkoşînê yê girîng û kar û xebatên dîplomasiyê bû. Di encama berxwedanê û hewildanên dostên gelê Kurd de êrişên li ser Kurdan, têkoşîn û statûya gelê Kurd li gelek parlemento û mekanîzmayên navneteweyî de hate rojevê. Li ser Rojevayê Kurdistanê pêşnûma pêşkêşî parlementoya hatin kirin, li ser pêşnûmayan rûniştin pêk hatin, nîqaşên berfireh hatin meşandin û biryarên girîng hatin girtin.
Mijar hate rojeva Neteweyên Yekbûyî
Piştî êrişîn û rabûna gelê Kurd û dostên wan ên li çar hêlên cîhanê rewşa Rojavayê Kurdistanê li lijneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) de hate rojevê. Di nîqaşên Konseya Ewlehiyê de bangawaziya rawestandina êrişan hate û girîngiya pêkanîna agirbestê hate kirin. Bi boneya êrişên li dijî sivîlan komên çete yên tundiraw hatin şermezar kirin û hişyarî li Hikumeta Demkî ya Sûriyê hate kirin. Piştî bi milyonan Kurd û dostên wan daketin qadan berê tîrên rexneyan vegeriyan ser Hikumeta Demkî.
Pêşnûma hat rojeva Senatoya DYAyê
Têkoşîn û xebatên dîplomatîk bandoreke girîng li siyaseta DYAyê jî kir ku hêza li ser Hikumeta Demkî herî bi bandor û li Sûriyê diyarker e. Li ser çapemeniyê bangawazî li senatorên Amerîkî hate kirin û qampanyaya îmzeyan hate destpêkirin. Di demek kin de bi sed hezaran kes tev li qampanyayê bû û ji siyesata DYAyê hate xwestin ku ji xeletiya li Sûriyê kirîn vegerin. Li ser zêdebûna bertekan di pêşengiya Senatorê Amerîkî Lindsey Graham de pêşnûmayek bi piştgiriya her du partiyan pêşkêşî Senatoya DYAyê hate kirin. Di pêşnûmayê de tê pêşniyar kirin ku ger Hikumeta Demkî ya Sûriyê mafên gelê Kurd û kêmaran nas neke, cardin bi pêndankirinan re rû bi rû bimîne. Tê payîn ev pêşnûma di demên pêş de bikeve dengdanê.
Ji Parlamentoya Hollandayê zagona piştgiriyê
Pêşnûmayek piştgiriyê jî li Parlementoya Hollandayê hate rojevê. Li ser pêşnûmaya komeke parlamenteran danişînek hate li darxistin û rewşa Rojavayê Kurdistanê hate nîqaşkirin. Di nîqaşan de êrişên li dijî Kurdan, rola Tirkiyê ya di êrişan de û girîngiya piştgiriya gelê Kurd hate destnîşankirin. Di pêşnûmayên de hate xwestin ku Hollanda têkiliyên xwe yên bi Sûriyê re li gorî nasîna mafên gelê Kurd û kêmaran pêş bixe. Her wiha hate destnîşankirin ku Hollanda wekî endamek Parlamentoya Ewropayê heman pêşniyarê û polîtîkayê li Parlamentoya Ewropayê pêşniyar bike. Di encma dengdana li Parlamentoya Hollandayê biryar hate girtin ku hemû têkilî û alîkariyên aborî yên bi Hikumeta Demkî ya Sûriyê re bi şertê nasîna mafên Kurdan û kêmaran ve bê girêdan.
Parlementoya Ewropayê biryar derxist
Pêşnûmaya ji bo parastina Kurdan û kêmarên Sûriyê li Parlementoya Ewropayê (PE) kete dengdanê hate qebûl kirin. Biryara bi dengê 363 parlementeran hate qebûl kirin de hemû alîkarî û têkiliyên Yekîtiya Ewropayê û Parlementoya Ewropayê dê li ser esasê naskirina mafên mirovan, mafên kêmaran û rêzgirtina agirbestê pêk bê. Di biryarê de tevlêbûna gelê Kurd û nasîna mafên civakî û perwerdehiyê bi taybetî hatin destnîşankirin. Her wiha sûcên Hikumeta Demkî ku bi piştgiriya Tirkiyê meşandine hatin rêzkirin, nasîna mafên gelê Kurd, tevlêkirinek bi dorhêlî ya herkesê digire navxwe, di serî de jin rola hêzên Kurd a li dijî DAIŞê hate vegotin û biryarên girîng hatin girtin.
Di biryarnamê de derbarê Sûriye û Rojava de 17 biryarên li jêr hatin girtin:
1. İnfaza bê daraz, wendakirina bi zorê, binçavkirina keyfî, ji cih û war kirin bi darê zorê û zirar dayîne binesaziyên sivîl bi tundî şermezar dike. Ji bo dîtina bersucên van kiryaran divê meqamê Sûriyeyê ji bo Saziyên Neteweyên Yekbûyî pir şefaf be.
2. Yekîtiya Ewropayê dixwaze ji bo jin û zarokan her wiha hemû maxduran piştgiriya însanî û derunê bê dayîn. Li Sûriyeyê saziya parastina mafên jinan û saziyên sivîl yên di pêşengiya jinê de bên parastin.
3. Piştgiriya peymana dawî ya di navbera HSD û Hikûmeta Demkî de hat çêkirin dike. Agirbest, perwerde û sivîlasyona Kurdî bê parastin.
4. Tirkiye jî din av de hemû hêzên heremê di vê baldarbin û piştgiriya tu komek û hêzeke leşkerî nekin û nebin paydaşeke êrişên li heremê da ku agirbesta heyî bê parastin. YE bang dike ku ji bo mijar bi aştî û diyaloğê li pêş bikeve banga diyalogê tike.
5. YE dixwaze erkên Sûriyeyê Erep, Kurd, Sûne, Şiî, Elewî, Xirîstiyan di nav de hemû pêkhateyan wekhev biparêze. Divê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê van mafan di Destura Bingehîn de cîbicî bike.
6. YE ji bo DAIŞê banga baldariyê dike û ji ber ku erka parastina girtiyê DAIŞê ji destê Rêveberiya Kurd hat derxistin bi fikar e.
7. YE bang li hêz û berpirsiyarên ku DAIŞ iyên girtî kontrol dikidike da ku balar bên parastin. Tirkiye, Sûriye û Amerîka ji bo DAIŞ serbest neyên berdan peywira xwe pêk bînin.
8. Welatiyên Ewropa jî derbarê welatiyên xwe yên endamê DAIŞê de divê berpirsiyariya xwe pêk bîne.
9. Hikumata Demkî ya Sûriyeyê divê li dijî DAIŞê bi Koalisyona navneteweyîre hevkariya temam bike.
10. Hemu dewlet welatiyên jin û zarok yên malbatên DAIŞê yên li kampa El-Hol û Kampa El-Roj de ne wer bigirin û yên bersuç jî adîl bên darizandin.
11. Rist û rola şervanên jin bê qebulkirin û li gor erka xwe di nava yekîneyên xwe de peywira wan bê qebulkirin. Her wiha hevkariya bi Koalisyona navneteweyî re berdewam bike. Fedekariya civaka Kurd û mafên mirov û jin neye piştguhkirin.
12. Erkên Sûriyeyê ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê beşdarî rêveberiya Sûriyeyê bibe xebatê xwe xurtir bike.
14.YE alîkariya xurt ji bo Sûriyeyê dike. Komisyona YEyê di 2026 û 2027an de 620 milyon Euro alîkarî dê bike û divê Bakurrojhilatê Sûriyeyê jî ji vê sûd wergire. Her wiha bang li welatên endam tê kirin maxduryeta Bakurojhilat bê ditin û li gor wê alîkariyê ji bo vê heremê zê bike.
YE teyît dike ku rakirina amborgoya li ser Sûriyeyeyê bi şertan ve girêdayî ye. Ya ku tê xwestên pêk neye xwedî mafe ku careke din perpaş werbigire.
15. Komisyon derbarê Sûriyeyê de kare bi serê xwe ji bo Sûriyeyê stratejiyek diyar bike û bi cevaka sivîl ya Sûriyeyê û diyasporaya Sûriyeyê re hevkarî û şêwra watedar pêk bîne.
16. Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di hemû hewildanên xwe de derbarê parastina sivîlan de pêşketinên ku sererastkirina wan pêkane û parastina agirbestê, parastina mafê mirovan û pêkahateyan re rêz bigire.
17.Ev Biryar ji Konseyê, Komisyonê, Komisyon Alîkariya Serokatiyê / Karûbarê Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê yên Yekîtiya Nûnertiya Bilind, Neteweyên Yekbûyî, sazî û dezgeyê eleqedar yên Sûriyeyê re bi wergera Erebî û Kurdî bê şandin.
Parlementoya Portekîzê bi rojeva Rojava kom dibe
Li Parlamenta Portekîzê dê îro (13 Sibat) pêşnûmaya ji aliyê parlamenterên LIVRE’yê ve hatiye pêşkêşkirin, nîqaş bike. Pêşnûma tewsiye dike ku hikûmeta Portekîzê çavdêriya rewşa mirovî bike û li Rojava mafên mirovan biparêze. Dipêşnûmayê de tê diyarkirin ku artêşa Colanî li gel komên Îslamparêz ên tundraw û piştgiriya dewleta Tirk li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) êrîş birêvebirin, di encama van êrîşan de gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane, bi sedan birîndar bûne, winda bûne, bi awayekî kêfî hatine binçavkirin û bi deh hezaran jî bi darê zorê ji cih û warên xwe hatine derxistin. Ji hikûmetê tê xwestin ku li dijî vê rewşê bikeve tevgerê.













