• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Otomatik taslak

    ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Otomatik taslak

    ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Koordînasyona PAJKê: Dê hêzên komploger têk biçin

Navenda Nûçeyan / AW

13 SIBAT 2026 - 17:02
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Koordînasyona PAJKê bi munasebeta salvegera 27emîn a komploya 15ê Sibatê daxuyanî da û got: “Em ê bi hêza xwe ya jinê ya rêxistinbûyî hêzên komploger ên navneteweyî têk bibin.”

Koordînasyona PAJKê ji ber salvegera komploya navneteweyî ya 15ê Sibatê daxuyaniyek da û got, “Em ê bi hêza xwe ya jinê ya rêxistinbûyî hêzên komploger ên navneteweyî têk bibin.” PAJKê got, “Bi pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurd û zêdekirina dostên xwe, em ê bi têkoşîna bênavber hebûn û azadiya xwe garantî bikin.”

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di ser komploya navneteweyî re 27 sal derbas bûn ku li hemberî Rêberê me hate kirin. Her roj hîn baştir tê fêhmkirin ku komploya li hemberî Rêberê me rewşeke şexsî nîne, lê di şexsê gelê Kurd de li hemberî gelên Rojhilata Navîn û dînamîkên berxwedanê hatiye kirin. Berxwedana bêhempa ya gelê Kurd ku 200 sal in di bin zexta qirkirinê de ye, nîv sed salên dawî bi kevneşopiya Apoyî re ji rastiya herêmî û xwecihî veguherî rastiyeke neteweyî. Bi saya Reberê me û têkoşîna me, Kurd yekemcar bûn xwedî aqlekî stratejîk. Bi vî aqlê stratejîk re Kurd ji rewşa hêza ji aliyê hêzên emperyal ve bê bikaranîn rizgar bû, bû xwedî nasnameyeke damezrîner, lewma bi komploya navneteweyî hewl hate dayin ku pêşî li vê pêşketinê bê girtin. Rêberê me çoyê Kurd ji destê dewletên mêtinger ên herêmî û hêzên kapîtalîst ên plansazê qirkirina Kurdan wergirt û aqil û helwesteke nejirêzê bersiv da her hewldana komployê, lîstikên qirêj ên hêzên kapîtalîst xera kir, dezavantaj veguherand avantajê û di serî de jin derfetên azadiyê da gelan û hemû bindestan.

Divê mafê hêviyê bikeve dewrê

Têkoşîna ku Rêber Apo 27 sal in li nava mercên tecrîda giran a li Îmraliyê dimeşîne bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibata 2025an re derbasî qonaxeke nû kir. Banga dîrokî ku di 27ê Sibata 2025an de hat kirin salekê temam dike. Bi rêya vê înîsiyatîfa ku bi navê gelê Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn hate afirandin, tê xwestin ku pirsgirêkên herêmê bi pêşengiya jinan û bi perspektîfa neteweya demokratîk di nava aştiyê de bê çareserkirin. Di serî de gelê Kurd ji bo gel û jin hebûna xwe bi rengekî azad misoger bikin û karibin azadiya xwe biparêzin, Rêber Apo vê pêvajoyê bi hesasiyeteke mezin dimeşîne. Şertê bingehîn ê rêveçûna vê pêvajoyê ye ku Rêber Apo bibe xwedî derfetên meşandina pêvajoyê, bi rengekî azad bixebite, xwedî mercên azad ên jiyanê be û mafê hêviyê bikeve dewrê.

Planên komplogeran diheje

Rêber Apo û Tevgera me ya Azadiyê komploya navneteweyî ya 15ê Sibatê bi paradîgmaya neteweya demokratîk û azadîpareziya jinê pûç kir. Ev paradîgma li Kurdistanê û herêma me hîn bêhtir bi pêş ve diçe û planên hêzên komploger ên navneteweyî xera dike. Xeta azadiya jinê û feraseta neteweya demokratîk ku ji sînorê Kurdistanê derbas dibe û herêmî û navneteweyî dibe, planên hêzên komploger ji binî ve dihejîne. Lewma komplo êdî ne tenê li hemberî tevgera me û gelê me, lê li hemberî paradîgmaya neteweya demokratîk hate kirin ku ev paradîgma li Rojhilata Navîn ji aliyê hemû cihêrengiyên etnîkî, olî û civakî ve tê qebûlkirin. Tecrûbeya li Rojava hemû cihêrengî di nava agirê Rojhilata Navîn de 14 salan bi hev re di nava aştî û aramiyê de hişt, bû mînak û belgeya piştrastiya rojane û dîrokî ya projeya neteweya demokratîk. Ya ku hêzên navneteweyî û komploger ên herêmî ji ber berjrewendiyên xwe nekarîn xwe lê rabigirin ev rêbaza jiyanê ya alternatîf e ku bû hêvî ji herêmê û cîhanê re. Lewma aşkere bû ku ev êrişên dawî yên li ser Rojava nikare tenê bi berjewendiyên rojane û polîtîk bê îzahkirin. Di rewşa heyî de aşkere bû ku komplo li hemberî paradîgmaya Rêbertî hatiye kirin ku li Rojava şênber bûye. Êrişa li ser Rojava ku şoreşeke jinê ye, li hemberî xeta azadiya jinê, li hemberî sîstema civakî ya bi pêşengiya jinê ye. Komploya ku 15ê Sibata 1999an ji bo tasfiyeya fîzîkî ya Rêberê me destpê kir, veguherî komployekê ku ji bo tinekirina çarenûsa gelekî destpê kir û ji wir jî li Rojhilata Navîn belav bû û li hemberî hemû hêzên têkoşer hate kirin.

Planên komkujiyê asteng kir

Ji ber vê yekê em diyar dikin ku, çawa komplo ne rewşeke bi serê xwe ye, encamên azadiya fîzîkî ya Rêberê me jî dê ji bo hemû bindestan yekane nebin; ew ê azadiya hemû gelên bindest û serketina nirxên komunal ên demokratîk misoger bike. Em dibêjin ku dirûşmeya ‘Azadî ji Rêber, Statu ji bo Rojava’ ne tenê dirûşmeyeke rojane ye, ji bo hêzên modernîteya demokratîk berpirsiyariyeke dîrokî û exlaqî ye ku divê demildest were bicih anîn. Em çalakiyên ku li gelek bajarên Kurdistanê li ser bingeha yekîtiya neteweyî ji bo têkbirina komploya navneteweyî ya duyemîn û parastina destketiyên Rojava hatine kirin, silav dikin.Li dora şoreşa jinan a Rojava rihekî neteweyî yê xurt ava bûye û ev yek planên komkujiyê asteng kiriye. Em çalakiyên gelên demokratîk, sosyalîst, karker û bindest ên li çaraliyê cîhanê ku ji bo azadî û xwişk-biratiyê têdikoşin, silav dikin. Gelê Kurd dê bi têkoşînek bênavber, xurtkirina yekîtiya xwe ya neteweyî û zêdekirina dostên xwe, hebûn û azadiya xwe misoger bike.

Serketin û destketiyên mayînde yên dema nû ya têkoşînê ku Rêbertî wekî însiyatîfeke rûbirû pênase kiriye, bi têkoşîna domdar û bi biryar a jinan, sosyalîstan û hêzên demokratîk ve girêdayî ye. Ji bo misogerkirina şert û mercên ku Rêbertî bikaribe bi azadî bijî, bixebite û pêvajoya danûstandinan bimeşîne erkên mezin dikeve ser milên me hemûyan.

Divê em hêza xwe seferber bikin

Weke jin, pêwîste em tev hêza xwe ji bo têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û rola wî ya mezintir di siberoja herêmê de seferber bikin. Divê em planên hêzên komplogeran vala derbixin. Girêdayî vê yekê em şehîdên xwe yên leheng ên ku li dijî komploya 15ê Sibatê bi rêya çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bedena xwe kirine topên agir û bûne sîper û heya roja me ya îroyîn jî li zîndan, çiya û bajaran bi têkoşîna xwe bûne parçeyekî agirê ji rojê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Dubare komploya navneteweyî ya ku weke rûpeleke reş derbasî dîrokê bûye û gelê me ji bîr nekiriye û tu caran jî ji bîr nake, bi nefret şermezar dikin. Em zanin ku her komploya pêşî lê neyê girtin wê rê li ber komployeke hîn mezintir vebike. Bi vê têgihiştinê, têkbirina lîstikên komplogerên navneteweyî û versiyona vê serdemê ya kujerên kastîk ên bi maske yên dîrokê, rizgarkirina cîhana me ji komplogerên kapîtalîst ku ne tenê civakîbûna mirovahiyê tine dikin, her wiha cîhana me jî anîne ber tinebûnê, bi tinekirina vê klîka komployê dibe.

Sedsala azadiya jinan

Girêdayî vê yekê di serî de jin em bang li hemû gelan û hêzên têkoşînê dikin li dora daxwaz û dirûşmeya ‘’Ji Rêbertî re azadî’’ kom bibin û xeta têkoşîna hevpat xurt bikin.

Em ê bi hêza jinan a birêxistinkirî hêzên komploger ên navneteweyî têk bibin.

Em ê teqez sedsala 21emîn bikin sedsala azadiya jinan.”

Etîket: komplogerPAJKplantêk biçin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Koordînasyona PAJKê: Dê hêzên komploger têk biçin

Ji PAJKê peyama Newrozê: Divê rê li ber azadiya fizîkî ya Rêber Apo vebe

20 ADAR 2026
PAJKê 8ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û banga xwebirêxistinê kir

PAJKê 8ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û banga xwebirêxistinê kir

6 ADAR 2026
Trump û Netanyahû li ser plana Xezeyê li hev kirin

Trump û Netanyahû li ser plana Xezeyê li hev kirin

29 ÎLON 2025
Bi girseyî serdana şîna Pelîn Yilmaz kirin

Bi girseyî serdana şîna Pelîn Yilmaz kirin

30 NÎSAN 2025
Edvard Munch û Qêrîn: “Qêrîna Giyanekê”

Edvard Munch û Qêrîn: “Qêrîna Giyanekê”

31 ADAR 2025
Girtiyên siyasî: Divê her kes li Rojava xwedî derkevin

Girtiyên siyasî: Divê her kes li Rojava xwedî derkevin

30 KANÛN 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Devlet Bahçelî: Divê qanûnên pêwîst demildest bên amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îrfan Geylanî: PJAK hêrseke berhevkirî û daxwazeke dîrokî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne