Stenbol – Hevserokê Giştî yê OHDê Serhat Çakmak diyar kir ku hê jî li Tirkiyeyê sabotaja pêvajoyê heye, ji bo tespîtkirina sabotajan û pêşxistina pêvajoyê divê Abdullah Ocalan rol û mîsyona xwe bi awayekî azad pêk bîne û got: “Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê kesê herî girîng e. Ji bo wê divê birêz Abdullah Ocalan di şertên girtîgehê de nemîne û mafê hêviyê pêk were.”
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2003yan de ji bo mafê hêviyê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) dan. Piştî serlêdanê di 18ê adara 2014an de DMMEyê biryar da û xwest ku Tirkiye mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi cih bîne. DMMEyê Tirkiye di vê serlêdanê de mehkûm kir. Tevî ku ser vê biryarê re 12 sal derbas bûn hêj jî Tirkiyeyê vê biryarê pêk neaniye.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 17ê Îlonê de têkildarî Mafê Hêviyê biryar da ku Tirkiyeyê “gavên pêwîst bi lezgînî” bavêje û derbarê mijarê de herî dereng heta dawiya Hezîrana 2026an biryara xwe bide.” Li gel van biryar û pêvajoyan gelê Kurd ji bo Mafê Hêviyê daxwaz û çalakiyên xwe didomînin.
Têkildarî Mafê Hêviyê Hevserokê Giştî yê OHDê Serhat Çakmak ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Tirkiye gav neavêje em ê dîsa serî li Komîteya Ewropayê bidin’
Serhat Çakmak diyar kir ku wan ji bo mafê hêviyê serî li Komîteya Konseya Ewropa dabû û wiha axivî: “Komîte gotibû ku ‘Li Tirkiyeyê komîsyonek hatiye avakirin û jixwe komîsyon dikarê pêşniyaran ji Wezareta Dadê bike da ku li ser mafê hêviyê guhertinan çêbibe.’ Dawiyê jî bang kir û got Komîsyona berpirsyar a Tirkiyeyê divê gav biavêje. Em ê heta meha Hezîranê li benda biryara Tirkiyeyê bin, dem wan xelas dibe. Heke Tirkiye dîsa gav neavêje em ê dîsa serî li Komîteya Ewropayê bidin. Komîte dê bişopîne bê ka dê biryara wan daye were pêkanîn an na. Rola komîteyê ev e. Heke biryara komîteyê bicih neyê dewletên endamên komîteyê dikarin pêşniyar bikin komîteya biryaran pêk neîne ji komîteyê were derxistin. Lê biryar bi awayekî dîplomatîk û polîtîk tê dayîn.”

‘Konseya Ewropayê jî dibêje divê Tirkiyeyê gav biavêje’
Di berdewama axaftina xwe de Serhat Çakmak anî ziman ku du aliyên propangadaya “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan naxwaze ji girtîgehê derkevê’ heye û ev tişt got: “Yek alî hiqûqî ye. Mafê hêviyê mafekî xwezayî ye. Ewropa jî dibêje mafê hêviyê divê were dayîn û li gorî wê zagon derxin. Pêkanîna mafê hêviyê ne li gorî girtiyan pêk tê an nayê. Bi gotina dewlete ‘birêz Abdullah Ocalan dixwaze an naxwaze’ ev fikra şexsî ye. Dewlet bixwaze naxwaze divê di zagonê de guhertin çêbike. Bi hezaran girtî îro benda mafê hêviyê ye. Konseya Ewropa jî dibêje divê dewleta Tirkiyeyê gav biavêje. Ev biryar bingeha hîqûqeyê. Aliyê siyasî jî cuda ye. Li gorî pêvajoya Tirkiyeyê, geşedanên Rojhilata Navîn jî rol û mîsyona birêz Abdullah Ocalan girîng e. Bandora wî Rojava, Rojhilat û Rojhilata Navîn heye. Madem ku rol û mîsyona birêz Abdullah Ocalan heye û ji bo rol û mîsyona xwe pêk bîne divê mafê hêviyê be bikaranîn. Îro peyama birêz Abdullah Ocalan ne gihiştibûya Rojava dibûya ku şerekî mezin li vir çêbibûya. Ji bo aramiya gelan divê mafê hêviyê pêk werê.”
‘Divê mafê hêviyê ji bo pêşeroja pêvajoyê têkeve meriyetê’
Serhat Çakmak destnîşan kir ku piştî geşedanên li Rojava pêk hatin gavên ku Tirkiye bavêje tên meraqkirin û axaftina xwe wiha domand: “Ji bo endamên PKKê dê çi qanûn bê derxistin? Ji bo naskirina Kurdan û dê di nava makezagonê de çi bê guherandin. Rol û mîsyona birêz Abdullah Ocalan a li ser van mijaran berdewam bike. Ji bo rol û mîsyona xwe ya girîng bîdomîne divê şert û mercên birêz Abdullah Ocalan bên guherandin. Divê ji bo pêşeroja pêvajoyê jî mafê hêviyê yê birêz Abdullah Ocalan jî têkeve meriyetê.”
‘Divê birêz Abdullah Ocalan bi awayeke azad rol û misyona pêk bîne’
Di berfirehiya axaftina xwe de Serhat Çakmak bi bîrxist ku ev sed sal in nasnekirina gelê Kurd heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê rayedarên dewletê jî qebûl bikin ku ji bo çareseriyê birêz Abdullah Ocalan kesê herî girîng e. Ji bo birêz Abdullah Ocalan rol û mîsyona xwe pêk bîne divê di girtîgehê de nemîne. Heke rewşa birêz Abdullah Ocalan wek berê bidome em ê dîsa vegerin 50 sal berê. Birêz Abdullah Ocalan di pêvajoya 2015an de jî gotibû ku ‘Ez nikarim di van şertan de rola xwe pêk bînim.’ Em dizanin ku dema şerên bajaran, qetlîama Pirsûsê, li Rihayê kuştina 2 polîsan, komkujiya Gara Enqereyê û kuştina Tahîr Elçî pêk dihat, birêz Abdullah Ocalan rol û mîsyona xwe wek azad pêk bianiya dê ev bûyer pêk nehatana. Îro jî li Tirkiyeyê sabotaja pêvajoyê heye. Ji bo tespîtkirina sabotajan û pêşxistina pêvajoyê divê birêz Abdullah Ocalan bi awayeke azad rol û mîsyona xwe pêk bîne.”












