Serokê DYAyê Donald Trump di dayuyaniya çapameniyê de bal kişand ser girîngiya hêzên leşkerî û got: “Carna divê mirov bitirse. Tirs hêza çareseriyê ye.”
Du rayedarên girîng ên Amerîkayê ji Reutersê re axivîn û ji ber ewlehiya plana hatiye kirin eşkere nebe navên xwe aşkera nekirin. Rayedaran diyar kirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump heke fermana êrişê bide dê artêşa Amerîkayê dest bi operasyoneke bi hefteyan a li dijî Îranê bike.
Her du rayedarên Amerîkayê dan zanîn ku heke oparasyon dest pê bike dê şereke cidî derkeve û ji texmînên tên kirin pir wêdetir encamên wê çêbin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo ev encam neqewime dîplomasiya di navbera Amerîka û Îranê pir girîng e.
Piştî gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump yên ser Îranê, gelek hêzên leşkerî yên deryayî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ber bi Îranê ve hatin şandin. Ev hêzên leşkerî zextên li ser Îranê zêde kir. Ji bo rê li ber êrişên bigire -Îranê qebûl kir ku careke din ji bo nukleerê bi Amerîkayê re muzekere bike. Civîna hevdîtina di navbera Amerîka û Îranê de di vê çarçoveyê de li Ummanê pêk hat.
Rayedarên Amerîkayê diyar kirin ku Pentagonê keştiyeke din ya balafiran şand Rojhilata Navîn. Di vê keştiyê de bi hezaran leşker, balafirên şer, setroyerên moşek avêj, pergalên parastin û êrişê hene.
Trump roja 13ê Sibata 2026an de li Eyaleta Carolina ya Bakura Amerîkayê xitabî leşkeran kir. Di xîtabê de Trump got ku çêkirina peymanê ya bi Îranê re pir zehmet e. Trump bal kişand ser hêza leşkerî û wiha got: “Divê carna tirs hebe. Di hin şertan de tirs hêza çareseriyê ye.”













