Nûnerên Heyeta Rojavayê Kurdistanê Mazlum Ebdî, Îlham Ehmed bi endamên Kongreya Amerîka re civiyan û li ser Rojava-Sûriyeyê nîqaş kirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed ku beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bûn, hevdîtinên xwe yên bi nûner, serok û rêveberên welatan re didomînin.

Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed li odeyek konferansê bi endamên Kongreya Amerîkaya re civiyan û hat zanîn ku li ser geşedanên li Rojava û Sûriyeyê axaftin û nîqaşan kirin e. Di civînê de Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Muhammed Hesen Şeybanî jî amade bû.
Her wiha Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed li konferansê bi Serokkomarê berê yê Iraqê û Komiserê Bilind ê Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Berhem Salih re jî hevdîtinek pêk anîn.

Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed duh êvarê jî bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Robio û Serokkomarê Fransayê Emmaneul Macron re hevdîtin pêk anîbûn.













