Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bi Senatorê Amerîkayê Lindsey Graham, Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, Wezîrê Pêşketin û Aboriyê yê Almanyayê Reem Alabali Radowan re hevdîtin kir.
Li Almanyayê Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê didome. Di Kanfaransê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Berzanê bi gelek serok û nûnerên welatan re hevdîtinê kir. Di hevdîtinan de pirtir li ser mafên Kurdan û di destûra Sûriyeyê de cîbicîkirina mafên Kurd yên bingehîn nîqaş û axaftin hatin kirin.
Nêçîrvan Berzanî di serî de bi Serokomarê Azerbaycanê Îlhan Aliyev re hevdîtin kir û di hevdîtinê de li ser pêşxistin têkiliyên Azerbaycan û Herêma Kurdistanê sekinîn.
Nêçîrvan Berzanî li Konferansê danûsitandinên dîplomatîk ên din jî pêk anî. Bi taybetî hevdîtina îro ya bi Senatorê Amerîkayê yê Komarparêz Lindsey Graham û heyeta pê re hevdîtin kir. Hat gotin ku di hevdîtinê de li ser hevkariya hevpar û geşedanê Kurdistan û Iraqê axaftin hatine kirin.
Barzanî disetnîşan kir ku Kurdistan faktora îstîkrarê ye û ji bo çareserkirina têkiliyên Kurdistan û Iraqê de daxwazan pêşkêş kiriye.
Hat diyarkirin ku mijareke din ya sereke rewşa Kurdên li Rojavayê Kurdistanê bûye. Ji bo vê jî bi taybet hatiye xwestin ku mafên Kurdan û pêkhateyên din yên li Sûriyeyê di destûra Sûriyeyê de bê bicîhkirin û parastin.
Nêçîrvan Berzanî bi Wezîrê Almanayê yê Aborî û Pêşketinê Reem Alabali Radowan re hevdîtin kir û her du aliyan jî ji bo pêşxistina aboriyê ya dualî daxwazên xwe anîn ziman.
Her wiha Nêçîrvan Barzanî li Konferansê bi Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyenê re jî civiya.













