Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî diyar kir ku wî û Serokkomarê Fransayê Macron li Munîhê hev nas kirine û got ku ew rola Macron a di agirbestê de pîroz dikin. Îlham Ehmed jî têkildarî hevdîtina li gel Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê got ku ew dixwazin bi piştevaniya navneteweyî siberojek bi ewlehî pêk were.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê têkildarî hevnasîna bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re daxuyaniyek da.
Daxuyaniya Ebdî bi vî rengî ye:
“Di navbera rûniştinên Konferansa Ewliyê ya Munîhê de bûm xwedî wî şansî ku min birêz Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron nas kir. Ji bo agirbesta li Sûriyeyê pêk were û alozî kêm bibin ew bi rolek girîng rabû û me şahidiya vê yekê kir. Em vê rola wî ya aktîf gelek binirx dibînin û em sekna û têkoşîna wî ya biryardar a li dijî terorê û piştgiriya wî ya ji bo îstîkrara Fransayê pîroz dikin.
Em li bendê ne ku Fransa di vê qonaxa girîng de rola xwe ya erênî bidomîne, piştgirîya hewldanên me û gelê me bike û hewldanên ji bo parastina herêmê û aramiya li seranserê axa Sûriyeyê bidomîne.”
Îlham Ehmed: Em siberojek bi ewle dixwazin
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rojava Îlham Ehmed jî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek parve kir û qala hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê re kir.

Daxuyaniya Îlham Ehmed bi vî rengî ye:
“Hevdîtina me ya îro bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re, bi amadebûna General Mazlûm Ebdî û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Muhammed Hesen Şeybanî re li Kongreya Ewlehiyê ya Munîhê, girîngiya hevkariya navneteweyî ji bo piştgiriya aramiya li Sûriyeyê nîşan dide. Divê her pêvajoyeke siyasî ya domdar li ser bingeha diyalogê, garantiyên mafên hemû welatiyên Sûriyeyê be, ji bo parastina yekîtiya welat û pêkanîna çareseriyeke siyasî ya berferih be. Em li gorî berpirsyariyên xwe yên neteweyî û fedekariyên gelê xwe, li ser dîplomasiyê û lihevkirinê xebatên xwe dewam dikin, ji bo pêkanîna aştiyek dadperwer û siberojeke ewle ji bo Sûriyeyê.”













