Wan – Nivîskar û mamosteyên zimanê Kurdî rewşa zimanê Kurdî nirxandin û gotin: “Divê zimanê Kurdî bibe zimanê bazar û perwerdeyê. Malbat zarokên xwe ji zimanê dayikê bêpar nehêlin. Hewce ye dewlet di warê qanûnî de zimanê Kurdî qebûl bike.”
Gelê Kurd û Saziyên Zimanê Kurdî wekî her sal îsal jî bi bernameyên cur bi cur 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî pîroz dikin û daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê dikin. Nivîskar û mamostayên zimanê Kurdî Mutullah Dag û Salih Serhedî yên ku li navçeya Erdîşê ya wanê mamostatiya ziman dikin derheqê polîtîkayên bişaftinê yên li ser zimanê Kurdî, rewşa zimanê Kurdî di nav civakê de û girîngiya ziman ji Ajansa Welat re nirxandin.
‘Xebat nebin dê zimanê me li ber bişaftinê têk biçe’
Nivîskar û mamosteyê zimanê Kurdî Mutullah Dag bal kişand ser polîtîkayên bişaftinê yên li ser zimanê Kurdî got: “Em hewl didin li dijî bişaftin û dagirkeriyê li ber xwe bidin, ji ber vê em di nav civakê de bi dildarî û biryardarî xebatên ziman dimeşînin. Ev xebat nebin çand û zimanê me dê li ber polîtîkayên bişaftinê têk biçin. Ji ber vê yekê divê zarokên me werin di saziyên me de bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Dema ev pêk were dê pêşeroja zimanê ma jî baştir be.”
‘Gere em zarokên xwe ji zimanê dayikê bêpar nehêlin’
Dag derheqê rewşa Kurdî ya îroyîn de jî axivî û da zanîn ku pêwist e zimanê Kurdî bibe zimanê bazarê û wiha pê de çû: “Li gor tesbîtên zanyaran ziman li ser sêxalan dikarin xwe biparêzin. Yek; divê ziman bibe zimanê bazarê, zimanê aboriyê û zimanê perwerdeyê. Di van her sê xalan de zimn neyê bikaranî, ziman bi helandinê re rû bi rû dimîne. Tu ziman bêperwerde nikare hebûna xwe biparêze. Îro derfeta zimanê Kurdî ya perwerdeyê tuneye, dibastanên Kurdî tunene, Kurdî di zagonan de nayê parastin. Lê Tevgera Azadiyê derfetên ji bo zimanê Kurdî bi rêbazên din afirandine. Îro derfetên me hene ku em di saziyên xwe de bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Ya din jî divê em di mala xwe de, di kolanan de bi zarokên xwe re bi Kurdî xeberdin, wan bi Kurdî mezin bikin. Heke ev yek pêk were dê pêşiya bişaftinê bê girtin. Gere em zarokên xwe ji zimanê dayikê bêpar nehêlin.”

‘Nivşên nû ji zimanê xwe dûr dikevin’
Nivîskar û mamosteyê zimanê Kurdî Salih Serhedî jî bal kişand ser rewşa xeternak a li pêşiya zimanê Kurdî û got: “Îro jî mixabin em hatine merhaleyekê wisa ku êdî em hewcedarî xwe bi xwe birêbirinê dibînin, ji ber ku mafê me yê zikmakî yê zimanê me mixabin îro bi tunenbûnê re rû bi rû maye. Ji ber wê bandoreke neyînî li civakê jî dike û taybetî nivşên nû ji zimanê xwe dûr dikevin.”
‘Li dijî bişaftinê barê herî giran dikeve ser malbatan’
Salih Serhedî behsa girîngiya rola civakê jî kir û wiha pê de çû: “Hewceye ku civak hişyar be, xwe berpirsiyar bibîne. Êdî ziman roj bi roj tine dibe, tê bişaftin. Barê herî girîng dikeve ser malbatan. Xeynî malbatan, saziyên me yên niha polîtîkayên dimeşînin û siyasetmedarên me hewce ye bandorê li ser gel jî bikin. Lewra roj bi roj zimanê me têk diçe û sedema wê jî mixabin milekî wî çiqas desthilat be, milê din jî em in. Em bi saziyên xwe, rêxistinên xwe, siyasetmedarên xwe ve hewce ye mirov balê bikşîne li ser zimanê Kurdî siyaseta xwe wisa bimeşîne.”
‘Hewce ye zimanê Kurdî bi awayê qanûnî bê nasîn’
Salih Serhedî herî dawiyê li ser pêwistiya qanûnî ya zimanê Kurdî sekinî û got: “Hewce ye zagonek bê çêkirin, di wê zagonê de mafên me yên bingehîn çi ne, di serî de zimanê Kurdî, mafên din di vê zagonê de xal bi xal werin kifşkirin. Bawerim dê wisa sererast jî bibe, bawerim dê hinekî zehmet jî bibe.”












