Di rojeva siyasî ya Kurdistan û Tirkiyeyê de mijara “Demokrasiya Herêmî” êdî wekî mifteya sereke ya çareseriyeke mayînde tê dîtin. Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xalên di rapora Meclîsê de cih girtine, nîşan didin ku li ser bingeha “xwerêveberiyê” nîqaşên nû derdikevin pêş. Lê belê, tevî ku her du alî behsa herêmiyan dikin, armancên wan ji hev cuda ne.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe de, “yekbûna demokratîk” di nav bingeha civakê de dibîne. Li gorî dîtina wî, azadî ji jêr ve, yanî ji gund û bajaran dest pê dike. Ocalan bi zelalî destnîşan dike ku sîstemeke ku tê de her kolan û bajar karibe xwe îfade bike û biryara xwe bixwe bide an xwe bi rêve bibe, bingeha demokrasiya rasteqîn e.
Ji ber vê yekê “Peymanameya Ewropî ya Xwerêveberiya Herêmî” wekî bingehek hiqûqî tê pêşniyarkirin. Lê belê, Ocalan li vir şerhekê datîne: “Divê ev peyman li gorî rastiya me ya civakî bibe guhertine ku berfirehkirî.” Ev daxwaz nîşan dide ku sîstema nû divê di nav jiyana rojane ya gel de, di warê çandî, aborî û siyasî de bersiva pêdiviyên civakî bide.
Rapora Meclîsê
Ji aliyê din ve, Rapora Meclîsê bi zimanekî ku giranî dide ser “standardên qanûnî yên bilind” derî li ber hin guhertinan vedike. Rapor rexne li kontrola zêde ya navendê dike û dixwaze çavdêriya dewletê li gorî “pêdiviyên civakeke demokratîk” be.
Xalekî din yê raporê bersiva li dijî sîstema qeyûman e. Di demên dawî de ku pergala qeyûman wekî birînekê di dilê demokrasiyê de cih girtiye, rapor çareseriyeke din dide pêş. Rapor pêşniyar dike ku eger şaredarek ji kar were dûrxistin, divê meclîsa şaredariyê şaredarê nû hilbijêre. Ev gav, ji bo parastina vîna gel a di sindoqan de girîng e, lê hîn jî di çarçoveya sîstema heyî de dimîne.
Cihê ku rê ji hev diqetin
Ocalan dibêje ku azadî di “xwerêveberiyê” de ye Di vê modelê de, dewlet ne serdestekî ku her tiştî birêve dibe, lê dibe çavdêrekî ku rê li ber demokrasiya herêmî vedike. Lê rapor li pey “nûkirina îdarî” ye, yanî dixwaze dewletê hinekî modern bike û desthilatê bi awayekî qanûnî hinek sinordar bike. Di dîtina Ocalan de, herêm ne “parçeyekî ku ji navendê hatiye erkdarkirin” e, lê bingeha sîstemê ye. Di rapora Meclîsê de nêzîkatî hîn jî “dewlet navendî” ye, dewlet hinekî mafan dide herêman lê serweriya xwe ya dawî diparêze.
Ji bo Ocalan azadî “organîzekirina civakê” ye yanî aboriya komunal û xwerêveberiya çandî. Ji bo Meclîsê azadî “rêveberiyeke bê pirsgirêk û qanûnî” ye.
Gelo dê li ku bigihîjin hev?
Ev pêvajoya ku bi Peyama Îmraliyê û Rapora Meclîsê nîşan dide ku rêbazên kevin ên paşguhkirinê êdî naxebitin. Pirs ev e. Gelo sîstema heyî dê karibe xwe li gorî vê pêvajoya nû biguherîne, an jî dê nakokiya di navbera “daxwaza civakê” û “yasayên dewletê” de kûrtir bibe?







