Şirnex – Binevş Egal ango Bêrîvan ku bi têkoşîna xwe li Cizîrê deng veda, tevî 36 sal derbas bû jî, navê wê li ser zimanan e. Xwîşka Binevş Egalê, Xanê Agal anî ziman ku li Ewropayê jî herdem berê wê li Kurdistanê bû û got: “Digot divê ez vêgerim Kurdistanê. Hezkirina wê axa Kurdistanê bû.”
Binevş Egal (Bêrîvan) ku bi têkoşîna xwe bû yek ji jina pêşeng a têkoşîna rizgariya Kurdistanê tevî 36 sal ji ser şehadeta wê re derbas bûye jî navê wê hê jî li ser zimanan e. Binevş Egal ango Bêrîvan di sala 1966an de li gundê Bazîwanê yê navçeya Qubînê ya Êlihê wek zarokeke malbateke Êzidî ji dayik dibe. Navê xwe jî ji çîroka “Cembeliyê Mîrê Hekarya û Binevşa Narîn” digire. Binevş jî weke her zarokeke Kurd çavê xwe li ser erdnîgariyeke di bin metîngeriyê de vedike. Piştî Darbeya 12ê Îlonê ji ber zextên zêde yên li ser malbata wê, neçar dimînin ku koçberî Ewropayê bibin. Dema malbata Binevşê koçberî Ewropayê dibe, ew 16 salî bû. Ew bêdilê xwe ji Kurdistanê vêqetiya. Li Ewropayê jî berê wê her li Kurdistanê bû. Ji ber hezkirina wê ya Kurdistanê li Ewropayê tevî têkoşîna azadiya Kurdistanê dibe û vêdigere Kurdistanê. Binevş piştî tevî refên têkoşîna rizgariya Kurdistanê dibe navê Berîvan li xwe dike. Binevş ango Bêrîvan di destpêkê de berê xwe dide rojavayê Kurdistanê. Piştî demekê derbasî navçeya Cizîrê ya Şirnexê dibe.
Binevş ku li Cizîrê weke Bêrîvan tê naskirin bi têkoşîna xwe li Botanê bû nav û deng. Binevş di nava gel de jî ji ber sekna xwe tê hezkirin. Tax bi tax jinan birêxistin dike û li dijî zilma serdestan şiyar dike. Binevş ku li Cizîrê bandoreke mezin bi taybet li ser jinan û li ser tevahî gel dike; di 16ê çileya 1989an de, di operasyona di ser malekî de, şer dike û di şer de jiyana xwe ji dest dide. Piştî jiyana xwe ji dest da, li Cizîrê kîjan zaroka keç bê dinê, navê wê dibe Berîvan. Navê wê li Cizîra Botan li ser zar û zimanan e. Li navçeya Cizîrê weke efsaneyekê qala wê tê kirin û tevî 36 sal ji ser re derbas bûye jî navê Bêrîvanê li Cizîrê xwedî taybetiyeke girîngê û qet nehatiyê ji bîr kirin. Xwîşka Binevş Egalê nivîskar Xanê Egal ji Ajansa Welat re axivî û qala wê kir.
‘Digot divê ez vegerim Kurdistanê’
Xanê Egal anî ziman ku Bêrîvan xwîşka wê ya biçûk bû û di nava malbatê de jî kesayeteke cûda bû. Xanê Egal bi lêv kir ku Binevş hertim li dijî zilmê xwedî sekin bû û wiha got: “Pir giredayî malbatê bû. Lê piştî tevîî têkoşînê bû hezkirina xwe ya ji malbatê belavî tevahî gel kir. Hezkirina gel ji ser her tiştî re girt. Tevî em li Ewropayê bûn jî ji rêya xwe dûr neket. Digot divê ez vegerim Kurdistanê. Hezkirineke wê ya wisa hebû. Divê keseyatên weke Binevşê ji me re bibin mînak. Li Ewropayê jî ji Kurdistanê dûr neket. Piştî ku têkoşîn naskir heta asta jor xebitî, tu car ji kar û xebatê têr nedibû. Gel ji wê hez kir û bi wê re bû yek. Ew giredana wê, bû sedem ku gel ji wê hez bike. Em jî weke malbat bi wê serbilind in. Yên ku bibêjin em mirov in ji xwe nikarin li dijî vê zilmê bêdeng bimînin.”
‘Bêrîvanê bandor li ser malbatê jî kir’
Xanê Egal diyar kir ku têkoşîna Binevşê bandor li ser malbatê jî kiriyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Malbat wê demê li Ewropayê bû û ji têkoşînê dûr bû. Bifikirin em kurd bûn û me nedizanî em Kurdin. Me ji bilî kurdî tu ziman nedizanî. Lê me dîsa jî xwe weke kurd pênase nedikir. Ev bi tena serê xwe trajediyeke mezin e. Dema Bêrîvan tevî têkoşînê bû malbat matmayî ma. Bi salên dirêj tênegihîşt ka çima Bêrîvan tevî têkoşînê bû ye. Bi taybet jî dayika min pir zahmetî kişand piştî Bêrîvanê. Lê di dawiyê de ew jî têgihîşt û Bêrîvan fam kir. Yek ji gotina dayika min ku piştî Berîvanê qet ji bîra min naçe digot, “Di nav zarokên min de ya ku xwedî jiyana herî bi dilê min bû Bêrîvan bû.” Ji ber ku dayika min têkoşîna wê têgihiştibû. Malbata me bi giştî welatparêz e. Malbat niha jî bi têkoşîna Berîvanê serbilind e.”
‘Bêrîvanê sînor nas nedikir’
Xanê Egal destnîşan kir ku Binevş di ciwaniya xwe de pir jineke çalak û bi cesaret bû û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Min beriya wê têkoşîn naskir. Ew jî wê demê nêzî min dibû. Wê demê ez bi wê re eleqedar dibûm. Piştî nasîna têkoşînê jî tevî têkoşînê bû. Lê tevlêbûn û têkoşîna wê bandor li ser min jî kir. Meriv matmayî dibe, ciwanek çawa ew qas bi cesret û çalak be. Min jê re digot, “Çima tu ji xwe re cilên nû nastînî, Tu civanî”. Digot “Çi ji cilên min hatiyê, pereyên ku tên destê min bila ne ji bo cilan bila ji bo şoreşê biçin, hewcedariya şoreşe pê heye”. Gelek mînakên bi vî rengî hene. Malbatê jî di destpêkê de xwest jê re bibe asteng. Lê Berîvanê astengiyên malbat û civakê nasnekirin. Hertim li pêş xwe nihêrî, tu car li paş xwe nenihêrî. Dawiyê giheşt armanca xwe. Tevgera wê gelek bandor li min kir. Tiştên di dilê wê de bi têkoşînê re mezin bûn. Ji ber ku rê dît ku mezin bibe. Tu car li cihê xwe nedisekinî. Di nava gelê kurd de dijmin gelek sînor danîne. Lê Berîvanê ew sînor jî rakirin. Yanî weke jineke êzidî gelek sînor rakirin. Cihê ku gora wê li wir e jî gelek cihekî girîng e. Dilê Kurdistanê Botan e. Mirov çiqas li ser wan biaxivê jî kêm dimîne.”