Artêşa Iraqê ket nav Taxa Newrozê ya Kerkûkê ku piraniya şêniyên wê Kurd in. Hate gotin ku êşkence li hin mirovan hatiye kirin û gef li Kurdan hatiye xwarin ku malên wan dagir bikin.
Zextên artêşa Iraqê yên li ser niştecihên Taxa Newrozê ya Kerkûkê ku piraniya wan ji Kurdan pêk tê, berdewam e. Artêş dixwaze bi darê zorê niştecihên taxê ji malên wan derxe û dest deyne ser malên wan.
‘Êşkence li welatiyan kirin’
Li gorî dîmenên ji hêla çavkaniyên herêmî ve hatine parvekirin vê sibehê hêzek girêdayî artêşa Iraqê bi ser taxê de girtiye û êşkence li çend kesan dike. Li gor agahiyan, leşkeran ji xelkê taxê re gotine ku ger ji malên xwe derkevin, wê dest danên ser malê wan. Hate zanîn ku heta niha jî leşker li nava taxê de mane û hêzên xwe yên li nav taxê zêdetir dikin û rê bi hatûçûna welatiyan nadin.
‘Dixwazin malên Kurdan desteser bikin’
Ji duh êvarî ve hêzên Iraqê dor li taxa Newroz girtine, bi armanca valakirina taxê zextên tund li ser runiştvanên taxê dikin. Hêjayî gotinê ye ji piştî rûxîna rejîma Baas ve welatiyên Kurd xanî û zeviyên taxa Newroz kirîne û ev 23 salin li wê taxê dijîn. Lê ev du salin artêşa Iraqê hewl dide taxê dagir bike. Beriya niha jî xelkê taxê gelek caran çalakiyên cûda lidarxistine û diyarkirine ku ewê ji malên xwe dernekevin.













